Di êrişa bo ser mala Kazimî de sîstema dije-mûşek a Amerîkî kar nekir

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê ragihand ku di dema êrişa bo ser mala Mistefa Kazimî de sîstema dije-mûşek a Amerîkî kar nekiriye û ew li gel Amerîkiyan li ser sedemên karnekirina wê sîstemê lêkolînê dikin.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Lîwa Tehsîn Xefacî îro, ji televîzyona fermî ya Iraqê re ragihand, “Em li gel Amerîkiyan li ser sedema karnekirina sîstema C-RAM a dije-mûşek di dema êrişa bo ser mala Kazîmî de, lêkolînê dikin.”

Seroka Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê ragihand, bi sê dronan êrişî mala Mistefa Kazimî hat kirin, 2 dron ji aliyê hêzên emnî ve hatin xistin, lê yek  gihişt armanca xwe û medya Iraqê jî belav kir ku di wê êrişê de 3 pasewanên mala Kazimî birîndar bûn.

Demjimêr 02.00ê sibeha Yekşemê bi sê dronan êrişî mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya li Navçeya Kesk a Bexdayê hat kirin.

Mistefa Kazimî piştî êrişê ragihand ku tendirustiya wî baş e û got: Dronên tirsonek nikarin pêşeroja welat danin

Ev êriş di demekê de ye ku heyama du roj e, alîgirên Heşda Şeibî li dijî encamên hilbijartinê xwepêşandanê dikin û roja Înê wan xwepêşanderan hewl dan bikevin `Navçeya Kesk` a Bexdayê

Di encama aloziyên di xwepêşandanan de, li gor tendirustiya Iraqê, 98 endamên hêzên emnê û 27 kesên sivîl birîndar bûn

Berpirsên Herêma Kurdistanê û Iraqê êrişa li ser mala Mistefa Kazimî şermezar kirin

Mistefa Kazimî wek `kesekî nêzikî Amerîkayê` tê binavkirin û Wezareta Derve ya Amerîkayê her zû êriş şermezar kir û ragihand, êriş “êriş rasterast li dijî dilê dewleta Iraqê hatiye kirin.”

Her çiqas heta niha ti aliyekî berpirsyariya êrişa li ser mala Mistefa Kazimî li xwe negirtibe jî, ev êriş hevşêweyê wan êrişên berî niha yên li ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê, Hêzên Hevpeyman û bajarê Hewlêrê ne û grûpên ser bi Heşda Şebî ve berpirsyariya wan êrişan li xwe girtibûn.