Li Iraqê hewla terorkirina Serokwezîr Mistefa Kazimî

Hewlêr (Rûdaw) – Li Iraqê hewla terorkirina Serokwezîr Mistefa Kazimî hat dayîn û rewşa Bexda ya paytexta Iraqê aloz e û dengê çekan bi giranî tê bihîstin.

Şaneya Emnî ya Iraqê di daxuyaniyeke bilez de ragihand, di nîveşeva Şemî li ser Yekşemiyê de hewla terorkirina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hatiye dan, lê diyar kiriye ku hewldana terorkirinê biserneketiye û "Kazimî silamet e" û ji vê hewla terorê rizgar bûye.

Şaneya Emnî dibêje, hewla terorkirina Serokwezîr bi "droneke bombekirî" bûye ku cihê mana Mistefa Kazimî li navçeya Kesk a Bexdayê kiriye armanc.

Serokwezîrê Iraqê jî derbarê vê hewla terorkirinê de li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û ragihand: "Ez pêştir û niha jî pirojeya canfedayî bûm jibo Iraq û gelê Iraqê, mûşekên xiyanetê dilgiraniyê nade bawermendan û mûyek jî ji rijdbûn û îsrara hêzên me yên qehreman ên ewlehiyê ji bo parastina ewlehiya xelkê û bidestxistina maf û pêkanîna qanûnê wek xwe nahejîne."

Kazimî got, "Ez baş im û hemd ji Xwedê re, di nav gelê xwe de me,  ji bo xatirê Iraqê ez bang li her kesî dikim ku aram bin û xwe kontrol bikin."

Ji aliyê din ve rewşa Bexdayê aloz e û hêzên ewlehiyê derketine cadeyan û dengê çekan bi giranî tê bihîstin.