Kurdên Feylî di navbera Kurdbûn û Iraqîbûnê de asê mane

Hewlêr (Rûdaw) – Êrişên leşkerî û helmeta Bexdayê ya li dijî Kurdan, Kurdên niştecihên Bexdayê ku piraniya wan Kurdên Feylî ne, dilteng kiriye û ew dipirsin; gelo çarenûsa wan a li Bexdayê dê çawa be?

 

Li nav bajarê Bexdayê di taxekê de 200 malbatên Kurd dijîn ku hin ji wan dibêjin, bav û bapîrên wan ji mêj ve li wir bûne. Piraniya wan bi Erebiya Bexdayê diaxivin û ti car jî serdana Herêma Kurdistanê nekirine, lê weke ku wan ji Washington Post a amerîkî re diyar kirine, ku di çendîn deh salên rabirdû de neçarbûne şûnasa xwe (nasname) bi bîr bînin.

 

Kurdên li wê taxa Bexdayê ditirsin Erebên neteweperest ên Iraqê û bûyerên van demên dawî gefê li mana wan li Bexdayê bixwin.

 

Mamosteyê xanenişîn Sebah Mekî ku 66 salî ye ji rojnameya amerekî re aşkere kiriye: “Em hemû ditirsin û em nizanin ji ber referandumê dê çi bi serê me de were.”

 

Sebah Mekî ku li wê taxê jidayîk bûye û li wir jiyaye, nîgeran e ji wê yekê ku piraniya Erebên Bexdayê niştecihên Kurd weke armanceke hêsan bibînin, bi taybetî jî eger aloziyên siyasî û leşkerî yên navbera Hewlêr û Bexdayê ji niha xirabtir bibe.

 

Nîgeraniyên Kurdên Feylî yên Bexdayê siyasî û civakî ne, hetanî hin ji wan ji wê yekê jî ditirsin ku werin jinavbirin. Hin ji wan ditirsin ji Bexdayê werin derxistin, yan jî milîs êriş bikin ser taxa wan.

 

Mekî dibêje: “Piraniya Kurdên vê taxê, hemû jiyana xwe li Bexdayê derbas kirine. Em li vir jiyane, me li vir xwendiye û kar kiriye, em xwe weke Kurdê Iraqê dizanin, neku tenê Kurd.”

 

Kurdên Bexdayê bi nîgeranî li guhertin û bûyerên piştî referanduma 25ê Îlonê temaşe dikin, bi taybetî jî piştî wê ku Artêşa Iraqê û milîsên Heşda Şeibî êrişî Kerkûk û derdora wê kirin.

 

Yek ji Kurdên Bexdayê Mihemed Ebdullah ku hîs dike ev rewş bi aştiyane çareser nabe, amadekarî kiriye ku malbata xwe bigre û biçin Urdinê, eger hêrsa Erebên Bexdayê ji ber bûyerên piştî referandumê li taxa wan rû bide.

 

Mihemed Ebdullah ku bazirgan e û 54 salî ye, ji Washington Post re aşkere kiriye: “Kurd li Bexdayê kêmîne ne. Kesekî me tine ye ku me biparêze. Eger şepêla hêrsbûna piştî referandumê berdewam bike, em ew alî ne ku dê zirar bigihîje me.”

 

Niştecihên wê taxê şûnasa xwe ya Kurdî venaşêrin. Li ser navê gelek xwaringeh û çayxaneyên wan pêşnavê "Kak" pêve ye û li nav wan jî wêneyên helbestvanên qedîm ên Ereb û Kurd hatine daliqandin. Li hin çayxaneyan wêneya serdema pêşmergetiya Mam Celal hatiye daliqandin.

 

Gengeşiya referandumê di navbera Kurdên Bexdayê de jî germ e, herwiha ev gengeşe gelek caran ji wan re pirsgirêk derdixe holê, hin caran dixwazin di navbera Kurdbûn û Iraqîbûnê de biryarekê bidin.

 

Dikandarê bi navê Saman Elî ku 50 salî ye diyar dike: “Em weke Kurdên niştecihên Bexdayê, niha di navbera xewna giran a dewletê û siberoja nediyar a xwe de mane. Her çi dibe bila bibe, Kurd hêjayî wê yekê ne ku dewleteke wan hebe.”

 

Nifşa nû ya Kurdên Bexdayê zêdetir nîgeran in û bi dualîbûna şûnasiya xwe hîs dikin. Teha Ebas ku xwendekarê zanîngehê ye û 23 salî ye, bi Erebî diaxive û dema ku li Hewlêrê dixwaze bi Kurdî biaxive henekê xwe pê dikin, li Bexdayê jî ji ber ku Kurd e, weke welatiyekî ji "pileya duyem" lê mêze dikin.

 

Ebas ji rojnameya amerîkî re destnîşan kiriye: “Di navbera du şûnasan de serê min aloz bûye, bêyî wê yekê bizanim ku kîjan şûnasa min a rasteqîn e. Bi vê rewşa ku niha derketiye holê, neçar dibim yek ji wan hilbijêrim.”

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî du hefte berê ji rojnameya Washington Postê re ragihandibû: “Pir-rengiya civaka Iraqê xala bihêz a civakê ye. Loma ciyawazbûn şerm nîne, tiştê şerm ew e ku alîyekî kêmîne, were çewisandin da ku neçar bin weke piranî serederî bikin. Ez vê yekê rast nabînim.”

 

Teha Ebas bawer nake ku ev peyvên nerm û nazik ên Ebadî bikare pirsgirêkên civaka Iraqê çareser bike ku tûşî dabeşbûneke kûr bûye, loma dibêje “çareseriya herî baş ew e ku biçe welatekî din”.