Emîrê DAIŞê yê kurd hat kuştin

07-11-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Ew emîrê DAIŞê yê kurd ku di vîdeoyan derdiket û gef li berpirsên Herêma Kurdistanê dixwar, hat kuştin.

Rêxistina DAIŞê di malperên xwe yên civakî de tekez li ser kuştina emîrê xwe Ebû Humam Kurdî dike.

Ebû Humam Kurdî gelek caran di vîdeoyan de derdiket û tê de gef li berpirsên Herêma Kurdistanê dixwar. Di vîdeoyekê de digot: “Bi Xwedê eger birayê min tevlî PDKê yan YNKê bibe ezê bi destê xwe serê wî jêbikin. Li cem min kurdbûn ti wate jê re tune ye.”

DAIŞ di malperên xwe de dibêje, Ebû Hemam di 5ê Mijdarê de li sînorê parêzgeha Mûsilê hatiye kuştin. Wî li Wîlayeta kerkûkê û li Til Hemîs û Til Koçer li dijî hêzên kurdî şer kiriye.

Ebû Hemam di vîdeoyeke din de doze dide Rêberê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî ku ew ticarî poşman nabe û ewê Kurdistanê dagîr bikin.

Ebû Humam Kurdî, Ebû Îshaq, Bin Ladin Kurdî û Xetabî kurdî ji wan emîrên mezin ên kurd di nava DAIŞê de bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst