Helbestvanekî Tirkman li Iraqê hat kuştin

07-11-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Polîsê Iraqê termê helbestvanê iraqî yê Tirkman Casim Mihemed Ferec Tozlo dîtin.

Casim Mihemed Ferec Tozlo berî 24 saetan ji aliyê çekdarên nenas ve li qeza Dûzxurmato ya girêdayî parêgeha Selahedînê hatibû revandin.

Li gor nûçeya ajansa UPA, çavkaniyeke ewlekariyê got ku termê helbestvan Casim li ser rêya di navbera bajarê Tikrîtê (navenda parêzgeha Selahedînê) û Dûzxurmato de ji aliyê polîs ve hat dîtin.

Çavkaniyê bal kişand ku şûna fîşekan di serê Casim de diyar bû.

Hêzên polîs jî derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst