Aliyên siyasî yên li parlamentoya Iraqê li ser yasaya hilbijartinan nakok in

Hewlêr (Rûdaw) - Di civîna îro ya Parlamentoya Iraqê de gotûbêj li ser yasaya hilbijartinan tê kirin, Komîteya Yasayî jî dibêje heta niha ti rêkeftineke pêşwext li ser yasayê nehatiye kirin.

Serokê Parlementoyê di civîna roja şemiyê de daxwaz ji aliyên siyasî kir li ser yasayê rêk bikevin û îro bibe yek ji mijarên civîna parlamentoyê. 

Serokê Komîteya Yasayî ya Parlamentoya Iraqê Rêbwar Hadî  da xuyakirin ku Her roj civînên wan li ser yasaya hilbijartinan hene lê heta niha ti rêkeftineke pêşwexte ya aliyên siyasî nehatiye kirin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Tebaxa borî, biryar da hilbijartina pêwext a parlementoya Iraqê, di roja 3yê Hezîranê de, sala 2021ê birêve diçe, lê heta niha li nav aliyên siyasî danûstandin li ser heye û aliyan li ser wê demê, xwe yekalî nekiriye.

Niha sê nerîn derbarê bazneyên hilbijartinê hene. Yekem: Her parêzgehek bazneyek be. Duyem: Her bajarokek banzneyek be. Sêyem: Her kursiyekî parlementoyê bazneyek be. Wate ji bo her 100 hezar kesî, kurdsiyek bê terxankirin.

Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî, daxwaz kir ji roja Yekşemê 06.09.2020an ve, ji bo yekalîkirina pirsa bazneyên hilbijartinê, Komîteya Yasayî ligel frakisyonan bicive.

Serokê Komîteya Yasayî li Encûmena Nûneran a Iraqê Rêbwar Hadî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re,ragihand: “Rojane Komîteya Yasayî derbarê rêkeftina pêşwext a aliyan, li ser yasaya hilbijartina Encûmena Nûneran a Iraqê, dicive, lê heta niha ti rêkeftin nehatiye kirin.”

Rêbwar Hadî derbarê alîgirên 320 bazneyên hilbijartinê got:  “Heta niha ti aliyekî helwesta xwe ya fermî ranegihandiye, ku ligel e yan li dij e. Rojane nivîsan ji bo aliyan dişînin, lê ti aliyekî bi fermî helwesta xwe ranegihandiye û ti rêkeftinek jî nehatyie kirin, lewma roja Duşemê û rojên din jî, civînên me berdewam dibin.”

Li gorî raporta Komîteya Yasayî ya Parlementoya Iraqê, heta niha, tenê Frakisyona Saîrûn a ser bi Tevgera Sedir, helwesta xwe derbarê bazneyên hilbijartinê, bi fermî ragihandiye û ligel firebazneyî ne.

Endama Komîteya Yasayî ya Parlementoya Iraqê Elmas Fazil, ji Rûdawê re ragihand: “Têbîniya YNKê û piraniya Kurdan li Bexdayê, li ser hemû deqê yasaya hilbijartina parlementoyê heye, tevî babeta bazneyên hilbijartinê, ji ber ku ew yasaya niha ya hilbijartinê bi dengê piraniyê hatiye pesendkirin.”

Li civîna roja Şemiyê, 5ê Îlonê, serokê parlementoyê biryara derengxistina civînê da, heta roja Duşemê û daxwaz li serokê Komteya Yasayî û serokên frakisyonan kir, rêkeftina pêşwext li ser bikin. Lê heta niha ti rêkeftin nehatiye kirin û civîn di wê derbarê de, berdewam in.