Şûnwarên Cihûyan li Kurdistanê û Iraqê: Mîrateke windabûyî
Hewlêr (Rûdaw) - Sala 1948an, nêzîkî 150 hezar Cihû li Iraqê hebûn, heta sala 1951an ji sedî 96ê wan Iraq bi cîh hiştin. Piştî dagîrkirina Iraqê ji aliyê Amerîkayê ve di sala 2003an de, hejmareke din a Cihûyan ji Iraqê bi firokeyên taybet bo Îsraîlê hatin veguhestin û heta sala 2009an tenê 8 kesên Cihû li Bexdayê man, Niha şûnwarên Cihûyan di jêr metirsiyê de ne.
Yek ji wan cihan, mala yekemîn Wezîrê Darayî yê Iraqê yê di serdema fermanrewayiya Brîtaniyan de ye ku li Bexdayê ye, navê wezîr Sasûn Hesqîl bû û bi esl û ol cihû bû. Li gor serjimêriyeke Osmaniyan ku sala 1917an hatiye kirin, wê serdemê ji sedî 40ê akinciyên Bexdayê Cihû bûne.
Lê piştî damezrandina Îsraîlê di sala 1948an de, nakokî û operasyonên dijî Cihûyan li navçeyê zêde bûn, lewra piraniya wan neçar bûn Iraqê bicîh bihêlin û biçin Îsraîlê, niha piraniya şûnwarên wan rûbirûyê metirsiya wendabûn û jinavçûnê bûne.
Refet Ebdulrezaq, nivîskar û dîrokzan dibêje: "Mîrata Cihûyên Bexdayê mezin û berfireh bû. Cihû piştî Misilmanan, beşê duyem ê herî mezin ê akinciyên Bexdayê pêkdianîn. Lê mixabin, qet tiştekî wan nemaye. Nêzîk e ji wêya ku tiştek ji wê mîrata ciwan û berfireh a Cihûyên Bexdayê nemîne. Tiştek nemaye ji xeynî bîr û baweriyan."
Sala 1948an, nêzîka 150 hezar Cihû li Iraqê hebûn, heta sala 1951an, ji sedî 96ê wan Iraq bicîh hiştin. Piştî dagîrkirina Iraqê ji aliyê Amerîkayê ve di sala 2003an de, hejmareke din a Cihûyan bi firokeyên taybet bo Îsraîlê hatin veguhestin û heta sala 2009an tenê 8 kesên Cihû li Bexdayê man.
Akinciyê Hewlêrê, Umer Ferhadî jî dibêje: "Destpêka sala 1950an bû, rojekê mamosteyê me yê dersa Erebî ku navê wî Xidir Mewlûd bû, rehma Xwedê lê be, ders dida me, wê demê mamosta Binhas hat, herdukan hev hembêz kir û dest bi girî kirin, ji ber Binhas vedigeriya Îsraîlê. Em hemû jî giriyan. Ew mamostayên rêzdar bûn."
Li Herêma Kurdistanê jî 400 malbat hene ku bi esil cihû bûn, di van salên dawî de hinek ji wan bûne Misilman. Yên ku vegeriyane Îsraîlê jî, hê dilê wan li ba warê bav û bapîrên wan e û hez dikin vegerin bo dîtina wan cihan ku hê navê wan wek Taxa Cihûyan maye.
Berpirsê Peywendiyan li Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê, Merîwan Neqişbendî jî ragihand: "Min hinek malbatên Kurd dîtine ku neviyê wan malbatan in û caran li Kurdistanê jiyane, ew hêvî dikin ku dubare peywendiya wan ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hebe û vegerin wan cihên ku lê jiyane."
Iraq û Herêma Kurdistanê cihê jiyana hejmara herî zede ya Cihûyên Parzemîna Asyayê bûn. Niha 219 hezar welatiyên Îsraîlê, ew kes in ku ew bi xwe yan bav û bapîrên wan li Iraq û Herêma Kurdistanê jiyane.