BESRA - Di sê rojan de 10 xwepêşander hatin kuştin

07-09-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Besra Xwepêşander Kuştî
A+ A-

Besra (Rûdaw) - Acizbûna xwepêşanderên Besrayê roj bi roj zêdetir dibe û hindik maye êdî bi tevahî kontrol ji destê hêzên ewlekariyê derkeve. Xwepêşanderan yek bi yek dest bi şewitandina baregahên hizbî û hikûmî kirine. Herwiha di nav sê rojan de 10 xwepêşander hatin kuştin.

 

Xwepêşanderan şeva pêncşemê baregahên partiyên Bedir û Dawe şewitandin, herwiha para şewitandinê gihişte baregahê Esaîbê Ehlê Heq, Tevgera Nûceba û avahiya encûmena parêzgeha bajêr jî.

 

Peyamnêrê Rûdawê jî dibêje, ofîsa televizyona "El Iraqiye" kanala fermî ya dewletê jî hatiye şewitandin.

 

Li aliyê din jî Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir sê roj mohlet daye ku daxwazên xwepêşanderan bên cîbicîh kirin û dibêje: "Bêhnfirehbûna me neceribînin." Fraksyona Sedir jî daxwaza dûrxistina Fermandarê Operasyonên Besrayê dike.

 

Ciwanekî ji Besrayê dibêje: “Ne av, ne elektrîk û ne xizmetguzarî heye, berpirs lîsteyeke dirêj a sozên xwe rêz dikin û sond dixwin ku cîbicîh bikin, lê hemû derewan dikin. Va ye hûn dibînin hemûyan zanîngeh qedandine û ti kesek ji wan nehatiye damezrandin. Tişta diqewime xwepêşandanek e û destpêka şoreşekê ye.”

 

Herwiha Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jan Kubis, daxwazê ji hikûmetê dike ku guhê xwe bide daxwazên xwepêşanderan.

 

Ciwanekî din ê ji Besrayê jî dibêje: “Min ji sala 2016an ve zanîngeh qedandiye, bo damezrandinê çûm şaredariyê û wek xizmetkar jî ez wernegirtim. Tiştekî me nîne, bi tenê mane û mafê jiyanê jî nadin me. Sond bi Ebas, dilopek av ji Zûbêr destnakevê eger me bikujin û me ji nav bibin dest ji daxwazên xwe bernadin.”

 

Wezareta Tendirûstî ya Iraqê ragihand ku di xwepêşandanên şeva pêncşemê de kesek hatiye kuştin û 35 birîndar hene, 24 kes ji birîndaran sivîl û 11 jî ser bi hêzên ewlekariyê ne.

 

Şeva çarşemê jî xwepêşanderan şaredariya Besra û beşê zêde yê avahiya wê şewitandin, evna jî piştî wêya ku rojek berî wê xwepêşanderan êrîşî avahiya parêzgeha bajêr kirin û beşê herî zêde yê wê jî şewitandin.

 

Kuştina bi kêmanî şeş xwepêşanderan di xwepêşandanên 4ê Tebaxa 2018an de wiha kir ku êdî daxwazên xwepêşanderan ji çarçoveya başkirina xizmetguzariyan derkevin. Niha xelk daxwaza destjikarkişandina wan kesan dikin û li gor wan destê wan kesan di kuştina xwepêşanderan de heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst