Rewşa DAIŞê li Celewla û Seidiyeyê pir xirab e

07-09-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Xaneqîn (Rûdaw) – Tê gotin, li deverên mîna Celewla û Seidiyeyê yên girêdayî parêzgeha Diyale ya Iraqê çekdarên DAIŞê pir tengav bûne û çekên wan ên herî giran jî Doşka ye. 

Li gorî agahiyên Rûdawê, di encama topbarana hêzên Pêşmerge û êrişên asimanî de derbên giran li çeper û çekdarên DAIŞê yên li deverên Celewla û Seidiyeyê yên parêzgeha Diyale ya Iraqê ketiye.

Li gorî agahiyan ku fermandeyên Pêşmerge dane Rûdawê, Celewla û Seidiye di warê leşkerî de ketine û “ti metirsiyeke wan li ser Xaneqîn, Kelar û deverên din” nemaye.

Tê gotin, çekdarên profesyonel ên DAIŞê li wir kêm mane tenê hinek milîsên eşîrên ereb ên ku tevlî DAIŞê bûne li wan deran tên dîtin û çekên wan yên herî giran jî Doşka ye.

Agahiyan ku gihîştine Rûdawê nîşan didin ku li nav bajarokên Celewla û Seidiyeyê de malên kêm mane ji ber ku piraniya malan ji ber şer reviyane û çekdarên DAIŞê di warê xwarin û cebilxaneyê de jî pir tengav bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst