Di navbera Tevgera Sedr û Çarçoveya Hevahengiyê de hewlên navbeynkariyê

Hewlêr (Rûdaw) - Hewlên navbeynkariyê di navbera Tevgera Sedr û Çarçoveya Hevahengiyê yên Şiî de germtirîn mijara Iraqê ye. Heta niha 3 nexşerê bo vê armancê hatine pêşkêşkirin. Ya yekem nexşerêya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye, ya duyem nexşerêya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ye û ya herî dawî jî nexşerêya Neteweyên Yekbûyî ye.

Xwepêşanderê alîgirê Tevgera Sedr Şêx Natiq Mesûdî dibêje "Armanc çaksazî ye, lê divê ew çaksazî çaksaziyên rastî bin. Em dixwazin şexsan biguherin û beşbeşbûnê nehêlin. Çinku beşbeşbûn sedema wêrankirin û jinavçûna welatiyan e."

Diyartirîn xalên van nexşerêyan destpêkirina gotûbêjan e di navbera her du aliyên Şiî de ye, ji bo ku rêkeftin derbarê çawaniya birêve çûna hilbijartinên pêşwext, daxwaza hilweşandina Parlamentoyê, ku PDK û piraniya Suniyan jî ligel in. Lê Çarçoveya Hevahengiyê dibêje; Divê hikûmeteke nû bê pêkanîn, ku ji bo hilbijartinên pêşwext amadehiyan bike. Çinku hikûmeta niha ya Iraqê demkî ye û desthilata wê ya vî karî bike nîne.

Xwepêşanderê alîgirê Tevgera Sedr Şêx Sedûn Ebas got "Em daxwaza hilweşandina Parlamentoyê dikin, ji bo çaksaziyê û jinavbirina gendelkaran, ku ev welat kavil kirin. Ji 2003an heta niha wiha lê hat, ku Iraq roj bi roj xiraptir dibe."

Mercên din ên Çarçoveya Hevahengiyê ji bo hilbijartinên pêşwext ev in: Rizamendiya hemû aliyên siyasî yên mezin ên Şiî, Kurd û Suniyan. Derbarê vê xalê de ligel cîbicîkirina yasaya hilbijartinê û avakirina komîsyoneke nû ya hilbijartinê, lê Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihand; Alternatîfa hilweşandina Parlamentoyê nîne.