Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê li biryara parlementoyê îtiraz kir

Bexda (Rûdaw) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku biryarên Parlementoya Iraqê neasayî ne û îtiraz kir.

 

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê dagihand: “Encûmena Komîsyaran mafê xwe yê destûrî dê li dijî binpêkirina yasaya hilbijartinan bi kar bîne.”

 

Komîsyon amaje bi wê yekê dike ku birgeya sêyem a hemwarkirina yasayê, ne asayî ye û diyar kir: “Em ê hevahengiyeke temam li gel encûmena dadgerî bikin ji bo pêkanîna rêkarên yasayî û gihiştina rastiyan.”

 

Herwiha Komîsyona Hilbijartinan li ser jimartina dengan bi destan diyar dike: “Em ne li dijî wê yekê ne ku dengên hilbijartinan bi destan werin jimartin.”

 

Di civîna duh a parlamentoya Iraqê de biryar hat dayîn ku %100ê dengên hilbijartinan ên hemû sindoqan bi destan werin hilbijartin.

 

Parlementoya Iraqê herwiha biyar dabû ku Komîsyona Hilbijartinên Iraqê were hilweşandin û 9 dadger dê têkevin şûna komîsyonê.

 

Herwiha li gor biryara parlementoyê li şûna serokên komîsyonê li her parêzgeheke Iraqê dadgerek were danîn.

 

Parlementoya Iraqê biryar daye ku encamên dengdana taybet ên li Herêma Kurdistanê û dengdana derveyî welat werin betalkirin.