Bargiraniya Bexdayê şêwirmend in

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Iraqê, ku di destê qeyranên siyasî û aborî nale nalê dike, xwediyê 550 şêwirmendan e. Bi taybet piştî pesendkirina yasaya birêxistina karê şêwirmendan niha hikûmetê ji bo wergirtina şêwirmendan sînorek daniye.  

 

Hikûmeta Iraqê xwediyê 556 alîkarên wezîr û şêwirmendan e. Herweha 22 alîkarên wezîr û 15 parêzgar jî mûçeyên havtayê şêwirmendan werdigrin. Ji bilî vê yekê, di nav wezaretên Iraqê de hinek deste û reveberiyên giştî û fermangeh hene, ku beşêk ji wan jî şêwirmend erkdar kirine.

 

Alîkarê berî yê Wezîrê Darayî yê Iraqê Fazil Nabî dibêje, ku li Iraqê meaşê şêwirmendan di navbera 2 û 7 milyon dînarî de ye.

 

Di xala yekemîn a yasaya rêxistina karê şêwirmendan de hatiye gotin: “Nabe hejmara şêwirmendên li serokatiya komarê, encûmena wezîran û parlamentoyê ji 6 kesan zêdetir be.” Wate divê hejmara şêwirmendên van hersê serokatiyan 20 be.

 

Biryarderê KomÎsyona Darayî ya Parlamentoya Iraqê Ehmedê Hacî Reşîd ji Rûdawê re got: “Ev şêwirmend bargiraniyeke mezin in liser bûdceya Iraqê. Tenê li serokatiya komarê 23 şêwirmend hene. Li parlamentoyê 11, li sekreteriya civata wezîran 4, li serokatiya civata wezîran 13 şêwirmend hene. herwiha 5 şêwirmendên Heyder Ebadî jî hene.”

 

Di birgeya duyemîn a xala yekemîn a yasaya birêxistina karê şêwirmendan de tê destnîşankirin: “Her wezaret û fermangehekî ser bi wezaretê dikare şêwirmendekî werbigre kar. Paşî liser pêşniyara wezîr, eger pêwîst bike, hejmara şêwirmendan heta 3 kesan tê zêdekirin.”

 

Li ser daxwaza serokê parlamentoyê, serokomar şêwirmend dikarin werin wergirtin lê ev jî divê bi razîbûna parlamentoyê be. Herwiha divê her şêwirmendek mersûma komarî derbixe.

 

Endamê Komîsyona Yasayî ya Parlamentoya Iraqê Zana Rûstayî ji Rûdawê re diyar kir: “Ev şêwirmend bargiraniyeke mezin in. Lewma yasaya birêxsitina karê şêwirmendan hate derxistin û şert û mercên akademîkî yên şêwirmendiyê hatine girankirin.”

 

Palamenterê Iraqê Meş’an Cibûrî jî got: “Hinek kes erkê şêwirmendiyê ji bo sîxûrî û serkûtkirina xelkê bikartînin. Weke mînak şêwirmendê asayîşa nîştîmaniya Iraqê vê yekê dike. Piraniya şêwirmendan hatine damezrandin û kesên nêzîkî berpirsan in. hinek ji wan xwedî bawername jî nînin. Lewma zehmete, ku yasaya birêxistina karê şêwirmendan were cîbicîkirin.”

 

Lê Zana Rûstayî dibêje, ku ev yasa deriyê gendeliyê digre. Rûstayî dide xuyakirin: “Serokwezîrê berî bi dilê xwe xelk dikirin şêwirmend. Lewma nêzdetirî 70 şêwirmendên Civata Wezîran heye.”

 

Li gorî gotina hinek parlamenteran, beşek ji van şêwirmendan desthilata wezîran bikartînin. Weke mînak tê gotin, ku Wezîrê Derve Îbrahîm Ceferî şêwirmendên xwe serbest berdaye da ku girêbestan îmze bikin û serpereştiya hinek komîsyonan bikin.”

 

Endamê Komîsyona Desteya Destpakî ya Parlamentoya Iraqê Adil Nûrî dide zanîn, ku Îhsan Ewadî yê şêwirmendê Wezîrê Derve, di nav vê wezaretê de bûye serokê komîsyona tendurustiyê, di bin navê bîmeya tendurustiyê de 12 milyon dolar daye karmendan.