MÛSIL – Artêş hewl didide beriya Remezanê bajêr bistîne

Mûsilê (Rûdaw) – Li taxa 1ê Temûz a Mûsilê di navbera hêzên ewlekariya Iraqê û çekdrên DAIŞê de şer û pevçûnên giran hene. Hêzên iraqî heta niha karîne ji sedî 30ê vê taxê kontro bikin.

 

Hêzên ewlekariya Iraqê di çarçoveya operasyona Mûsilê de pêşveçûna xwe berdewam dikin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Mûsilê Sîdad Leşkerî ragihand, ku hêzên iraqî di nav 4 rojan de 5 taxên rojavayê Mûsilê kontrol kirine.  Mûşrefiyeya Yek, Du û Sê, herwiha Heremata Yek û Hewî Kelîse kontrol kirine.

 

Peyamnêrê me da zanîn, ku hêzên ewlekariya Iraqê ji bo bikarin beriya hatina remezanê Mûsilê ji dest DAIŞê derbixin, bi hêzeke mezin û planeke nû ve operasyonên xwe yên rovayê bajêr dimeşînin.

  

Peyamnêrê me herwiha da zanîn, ku li taxa 1ê Temûzê şer û pevçûnên giran hene, hêzên iraqî heta niha karîne ji sedî 30ê vê taxê kontro bikin û çekdarên DAIŞê jî ji bo bersivê bidin êrîşên xwekujî dikin.

 

Fermandarên Firqeya 9 a Zîrîpoş a Artêşa Iraqê ji peyamnêrê Rûdawê re ragihandine, ku îro 3 segvanên DAIŞê hatine kuştin.

 

Li gorî gotina peyamnêrê me îro firokeyên şer jî 4 caran pêgeh û cebilxaneya çekdarên DAIŞê kirine armanc. Li gorî agahiyan 7 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.