Ji tirsa gefên Trump hinek komên çekdar ên Îraqê xwe fesix dikin

07-04-2025
RÛDAW
Nîşan Îraq Komên Çekdar Îran Amerîka Donald Trump Xwefesixkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 10 fermandarên payebilind û berpirsên Îraqê ragihand ku hinek komên çekdar ên Îraqê ji bo ku xwe ji gefên îdareya Amerîkayê biparêzin, amade ne ku xwe fesix bikin.

Şeş fermandarên di nava çar komên çekdar ên Îraqê de li parêzgeheke başûrê Îraqê Ajansa Reutersê re ragihand ku ji wê dema ku Trump di meha Çileya Paşîn a îsal de dest bi kar kiriye, îdareya Amerîkayê çendîn caran bi dizî hişyarî derbarê komên çekdar daye Hikûmeta Îraqê.

Fermandarên ku nexwestina navên wan bên eşkerekirin her yek ji wan fermandarên komên Ketaibî Hizbulah, Tevgera Nuceba, Ketaîbî Seyd Şuheda û Ensarulefyan in.

Li gorî wan şeş fermanderan, îdareya Amerîkayê ragihandiye Hikûmeta Îraqê ku eger komên çekdar çekên xwe daneynin, dê êrişên asmanî li ser wan bike.

Îzet Şabender ku kesayetiyekî siyasî yê Îraqî ye ji Reutersê re gotiye, di gotûbêjên di navbera Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û hinek serkirdeyên komên çekdar de "bipêşveçûneke mezin" çêbûye û kom meyla wê yekê nîşan didin ku bi daxwaza Amerîkayê ya ji bo danîna çekan ve biçin.

Ew siyasetmedarê Îraqî dibêje: "Kom bi hişkî tevnagerin û li ser wê yekê jêhatin nînin ku divê bi vî awayê niha yê xwe bimînin."

Her wiha amaje bi wê yekê jî dike ku komên çekdar ên Îraqê "bi temamî agahdar in" ku dibe ku ji aliyê Amerîkayê ve bên armanckirin.

Fermanderekî Ketaibî Hizbulahê ku bi maske û berçavkên reş ji bo Reutersê axivî dibêje:

"Trump amade ye ku şerê me bi wan re bibe asta xirabtir, em vê dizanin û em naxwazin xwe ji senaryoyeke xirab a wan dûr bigirin."

Fermandarên komên çekdar ew jî eşkere kir ku Supaya Pasdaran a Îranê razîbûna xwe nîşan daye ku ew azad in her biryarekê bidin da ku xwe ji nakokiyeke wêranker a bi Amerîka û Îsraîlê re dûr bigirin.

Du berpirsên ewlehiyê yên Îraqê dibêjin ku nêzîkî 10 komên çekdar ên Îraqê hene ku ser bi "Bereyê Berxwedana Îslamî" ne û nêzîkî 50 hezar şervanên wan hene, di embara çekên wan de mûşekên dûravêj û çekên dijî balafiran hene.

Ew her du berpirsên Îraqî amaje bi wê yekê jî dikin ku Sûdanî zextê dike ku hemû komên çekdar ên nêzîkî Artêşa Quds a Supaya Pasdaran a Îranê çekan deynin.

şêwirmendê Sûdanî ji bo karûbarên derve Ferhan Elaeddîn, ji Reutersê re got ku Serokwezîr bi rêya "gotûbêjên avaker bi aktorên neteweyî yên cuda re" pabend e bi piştrastkirina wê yekê ku hemû çek li Îraqê di bin kontrola dewletê de bin.

Fermandarên komên çekdar û berpirsên ewlehiyê behsa wê yekê kiriye ku beşek ji koman baregehên xwe vala kirine û hebûna xwe li bajarên wekî Mûsil û Enbarê kêm kirine û tirsa wan heye ku êrişên asmanî li wan were kirin.

Her wiha beşeke mezin a fermanderan bazneya ewlehiyê ya xwe bihêztir kiriye, hejmara mobayil, otomobîl û cihên xwe yên mayînê  guhertine.

Berpirsekî Amerîkî ku navê wî nehatiye eşkerekirin ji Reutersê re gotiye, di demên borî de mîlîşyayan ji ber zexta Amerîkayê êrişên xwe rawestandine û dibêje ku ew guman dike danîna çekan a koman demeke dirêj bajo.

Îzet Şabender amaje bi wê yekê dike ku heta niha rêkeftinek di navbera hikûmet û komên çekdar de nehatiye kirin û hîn li ser mekanizmekê ji bo danîna çekan gotûbêj tên kirin.

Li gorî vî siyasetmedarê Îraqî, hinek vebijêrk hatine berçavgirtin, ji wan guherandina komên çekdar ji bo partiyên siyasî û tevlîkirina wan bi hêzên çekdar ên Îraqê re.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst