Nêçîrvan Barzanî û Alîna Romanowskiyê hilbijartinên Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin

07-04-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Alîna Romanowskî Amerîka Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowskiyê mijarên wekî mûçe û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Bexdayê, bi Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowskî re civiya.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de rûdanên dawî yên rewşa siyasî ya Îraqê, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê rêkeftina dawî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ya li ser mijara mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê, rewşa navxwe û hilbijartinên Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê yên ji bo parastina aramî û îstîqrara siyasî kir.

Herwiha her du li ser pêwîstiya hevkarî û hevahengiya aliyên siyasî yên Îraqê û berdewamiya hewl û diyalogê ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkan hemfikir bûn.

Civîn û hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê yên li Bexdayê, pêwendiyên Amerîkayê li gel Îraq û Herêma Kurdistanê û bernameya serdana çaverêkirî ya Serokwezîrê Îraqê ya Washingtonê hin mijarên din ên vê civînê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst