Li Bexdayê otomobîlek hat bombebarankirin: Mirî hene

07-02-2024
RÛDAW
Nîşan Bexda Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bexdaya paytexta Îraqê di êrişeke dronî de 3 kes hatin kuştin û di nav kuştiyan de berpirsekî Heşdî Şebiyê jî heye.

Nûçegihanê Rûdawê Helkewt Ezîz ragihand:

“Li Bexdayê 3 teqînên mezin hatin bihîstin. Piştî çûna cihê bûyerê û li ser agahiya ku me ji rayedaran wergirt, li dijî otomobîleke ku 3 kes tê de bûn, êrişeke esmanî hat kirin.”

Nûçegihanê Rûdawê Helkewt Ezîz têkildarî êrişa li taxa Meştelê ya Bexdayê diyar kir ku gelek hêzên ewlehiyê, tîmên agirkujiyê û ambulans çûn cihê bûyerê.

Hat ragihandin ku di otomobîlê de berpirsên Heşdî Şebiyê û Lîwayên Hizbulahê hebûne.

Li gorî zanyariyên ku li ser hesabê Telegramê yê girêdayî Heşdî Şebiyê hatin parvekirin, di êrişê de rayedarê bi navê Ebû Qasim Seyîdî hatiye kuştin.

Welatiyekî li cihê bûyerê got, “Mûşek li otomobîlê ketin. Nizanim a kê ye lê ji aliyê dronê ve hat bombebarankirin.”

Gelek welatiyên Îraqê piştî êrişê li cihê bûyerê kom bûn û li dijî Amerîkayê dirûşm gotin.

Li aliyê din berpirsên Pentagonê derbarê bombebarana li Bexdayê de bersiva pirsên Rûdawê da.

Di daxuyaniya Pentagonê de hat gotin, “Em ji teqîna li Bexdayê agahdar in.”

Saziyên ewlehî û leşkeriyê yên Îraqê heta niha derbarê êrişê de ti agahî nedan.

Balafirên şer ên Amerîkayê li dijî kuştina 3 leşkerên Amerîkayê li dijî komên çekdar ên nêzîkî Îranê li Îraq û Sûriyeyê êrişên esmanî encam dabûn.

Di êrişan de herî kêm 18 endamên Heşdî Şebiyê hatibûn kuştin û 35 jî birîndar bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst