Birayê alîkarekî Ebûbekir Bexdadî hat girtin

07-02-2020
RÛDAW
Nîşan Iraq Nasiriye Ebûbekir Bexdadî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarariya Polîsê Zîqarê ragihand, birayê alîkarekî Ebûbekir Bexdadî, xelfîeyê DAIŞê yê berê ji aliyê hêzên wan ve hatiye girtin.

Çavkaniyekê ewlehiyê ji Fermandariya Polîsê Zîqarê ragihand, roja Pêncşemê 6ê Sibatê hêzeke ewlehiyê ya ser bi Fermandariya Polîsê Zîqarê ve li xala kontrolê ya Til Lehm ku dikeve başûrê bajarê Nasiriyeyê, birayê alîkarekî Ebûbekir Bexdadî, xelîfeyê DAIŞê yê berê girtine.

Li gor heman çavkaniyê, wî kesî dixwest ku derbasî nav bajêr bibe ku ji aliyê hêzên ewlehiyê hat naskirin û hat girtin.

Heman çavkaniyê diyar kir: “Birayekî kesê desteserkirî, alîkarê Ebûbekir Bexdadî bûye û di dema operasyona kontrolkirina bajarê Mûsilê de ji aliyê hêzên Iraqê ve hatiye kuştin.”

Bi gotina çavkaniyê navhatî, ew kes ji aliyê dadgehê ve biryara girtina wî hatibû dan û hêzên ewlehiyê li dû wî digeriyan.

Kesê desteserkirî ku li xala kontrolê ya Til Lehm hatiye girtin, bo lêkolînên zêdetir, bo navendeke ewlehiyê ya taybet hatiye veguhastin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst