BEXDA – Du parlamenterên PDK û yekî Goran hatin cezakirin

07-02-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Parlamentoya Iraqê PDK Goran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi îmzeya Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî, sê parlamenterên Kurd bi cemidandina endamtiya wan a parlamentoyê bo 15 rojan û birîna meaş hatin cezakirin.


Parlamenterê Fraksyona Tevgera Goran Mesûd Heyder, Parlamenterên Fraksyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şaxewan Ebdulla û Sîrwan Ebdulla Sîrînî hatine cezakirin û nikarîn di rûniştina Dûşema borî ya parlamentoyê de gotarên xwe pêşkêş bikin.


Parlamenterê Fraksyona Tevgera Goran Mesûd Heyderî, biryara parlamentoyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kir û got: “Em ê derbarê biryarê de rêyên yasayî bidin pêşiya xwe. Cezakirina me li ser berevanîkirina xelkê Kurdistanê ye û bo me şanazî ye.”


Li gor Mesûd Heyder, di biryarê de ji xeynî cemidandina endamdiya wan bo 15 rojan û birîna meaşê wan, hevdem gefa dûrxistina ji parlamentoyê jî lê hatiye kirin.


Di rûniştina roja Dûşema (05.02.2018) borî ya Parlamentoya Iraqê de li ser butceya 2018ê gotûbêj hatibû kirin û alozî derketibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst