Wezareta Dad ya Iraqê daxuyaniya Human Rights Watch red dike

07-02-2014
Cotyar Murad
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta Dad ya Iraqê bersiva daxuyaniya rêxistina çavdêriya mafên mirovan ya navdewletî, Human Rights Watch, dide û ragihand ku gelek zaniyariyên nerast di daxuyaniya wê rêxistinê de hene.

Human Rights Watch, di daxuyaniyekê de ku doh (06.02.2014) belavkiriye aşkere kir ku nêzîk 4 hezar û 200 jin di girtîgehên Iraqê de hene ku bi zorê zaniyarî ji wan hatine sitandin û li pêşber dadgehên lawaz hatine dadgehkirin.

Rêxistinê aşkere jî kiriye ku desthilatdarên Iraqê ku bi hezaran jin girtine û bê guneh û tawan, û di nava girtîgehan de rastî îşkence , mameleya xirab û destdirêjiyê jî dibin herwiha sivikayetî jî bi wan tê kirin.

Di vê derbarê de berdevkê Wezareta Dad ya Iraqê Heyder el-Saidî di daxuyaniyekê de ragihand “Gelek zaniyariyê nerast di saxuyaniya wê rêxistinê de hene derbarê jinên girtî, ji ber ku tenê 500 jinên girtî li seranserê Iraqê li cem wezaretê hatine tomarkirin”.

Heyder el-Saidî red kir jî ku jinên girtî rastî aşkance û destdirêjiyê hatibin û got: “Ji mafê her jinekê ye dema ku bi awayekî xirab ligel de bê mamele kirin, dozeke yasayî li dijî wan kesan tomar bike, ji ber ku armanc ji girtina wan jinan ewe ku ji nû bên perwerdekirin da carek din tevlî civakê bibin.”

Herwiha berdevkê Wezareta Dad ya Iraqê ragihand ku wezaret ne berpirse li ser derengketina mayîna wan jinan di girtîgehan de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst