Eyad Ellawî: Ti kes nizane Talebanî zindî ye yan mirî

07-01-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Tevgera Wîfaq û serokwezîrê berê yê Iraqê Eyad Ellawî, îdia kir ku siyasetmedarên Iraqê “tiştekî” li ser çarenivîs û rewşa Serokomarê Iraqê Celal Talebanî nizanin, çimkî heta niha “di dîroka mirovahiyê de” tiştekî wiha neqewimiye.

Serokwezîrê berê yê Iraqê û siyasetmedarê şîe Eyad Ellawî, di hevpeyvînekê de digel heftenameya Weten a Qeterî, ku îro (07.01.2014) hat belavkirin, ragihand ku divê serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bi awayekî zelal nêzîkî dosyaya tenduristiya Serok Talebanî bibe û rewşê ji xelkê re eşkere bike.

Eyad Ellawî destnîşan kir ku divê hemû gelên Iraqê beriya hilbijartinên meha Nîsanê ya Parlamentoya Iraqê ji rewşa serokomarê xwe agahdar bin, çimkî nebûna serokomar di dema hilbijartinan tê wateya wê ku hilbijartin li gorî destûrê nayên lidarxistin.

Li gorî Ellawî, çîroka Talebanî heta niha di dîroka mirovahiyê de neqewimiye û wiha dibêje: “Ji ber ku di dîroka çêbûna hikûmetan de ev cara yekem e serokomar salekê li ser karê xwe amade nabe û ti kes nizane Celal Talebanî nexweş e yan na. zindî ya yan mirî. Ev nayê qebûlkirin, ji ber ku ev veşartina rastiyan e.”

Wî siyasetmedarê şîe yê Iraqê her wiha anî ziman ku dosyaya tenduristiya Talebanî ji ast û hêza siyasî ya iraqiyan mezintir e û divê hikûmet rewşê eşkere bike û vê dosyayê ji xelkê re vebike.

Eyad Ellawî her wiha bang li Malikî jî kir, di zûtirîn dem de rewşa Talebanî ji raya giştî ya Iraqê, erebî û navdewletî re eşkere bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst