Bi dronan êrişî baregeha Amerîkayê hat kirin

06-12-2023
RÛDAW
Nîşan Eyn Esed Êriş Amerîka Enbar Berxwedana Îslamî ya Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi dronan êrişî baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li Îraqê, Eyn Esedê hat kirin.

Hat zanîn ku êriş ji aliyê grûpa çekdar a bi navê Berxwedana Îslamî hatiye kirin.

Li dijî baregeha leşkerî ya Eyn Eseda parêzgeha Enbarê ya Îraqê ku Amerîka û Hêzên Hevpeymanên li dijî DAIŞê lê dimînin, bi dronan êrişek hat kirin.

Di daxuyaniya Tevgera Berxwedana Îslamî de, hat diyarkirin ku wan îro êrişek li dijî baregeha leşkerî ya Eyn Esedê pêk aniye.

Di daxuyaniya Tevgera Berxwedana Îslamî hat diyarkirin ku wan bi droneke bombeberî êrişî  bareghê kiriye û ziyan li hêzên Amerîkayê dane.

Ew grûp dibêje, ew êriş wekê bersivekê bû ji bo êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê.

Heta niha ti aliyeke fermî ne Îraqê û ne jî Amerîkayê ew êriş piştrast nekiriye.

Ji 17 Çiriya Paşînê ve heta niha 76 caran êrişî hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê hetiye kirin.

Di wan êrişan de 61 leşkerên Amerîkayê birîndar bûne.

Amerîkayê jî 3 caran grûpên çekdarên Şîe yên li Îraqê bombebaran kirine û di encamê de 15 çekdar hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst