Adil Ebdulmehdî ligel Heşda Şeibî valakirina bajaran ji hêzên çekdar gotûbêj kir

06-11-2018
RÛDAW
Nîşan Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî Heşda Şeibî Hêzên çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê ligel Desteya Heşda Şeibî civiya û bi fermande û berpirsên wê re valakirina bajaran ji hêzên çekdar gotûbêj kir.

 

Li gora daxuyaniyeke ofîsa Serokwezîrê Iraqê, ku di heman demê de fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê jî ye, Adil Ebdulmehdî ligel Desteya Heşda Şeibî civiyaye û di civînê de behsa valakirina bajaran ji hêzên çekdar kirine, ji bilî wan hêzên ku ji bo parastina asayişê hatine erkdarkirin.

 

Adil Ebdulmehdî derbarê rola Heşda Şeibî de ragihandiye, ku Heşda Şeibî rastiyeke mezin e û nabe bê piştguhkirin.

 

Ebdulmehdî herwiha gotiye, Heşda Şeibî hêzeke fermî ye, di bin fermanên fermandarê giştî yên hêzên çekdar de ye û erkê Hikûmetê ye piştevaniya wê bike û biparêze.

 

Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîrê Iraqê amaje bi wê yekê jî kiriye, ku pêwîst e çavkaniyên darayî bo piştevaniya Heşda Şeibî bêne dîtin û astengî jî li pêşiya karên wê nemînin.

 

Adil Ebdulmehdî destnîşan kiriye, ku Heşda Şeibî pêwîstiyek e û tekezî li ser wê yekê kiriye, ku ew dê bi hemû şiyanên xwe hewil bide Heşda Şeibî hemû mafên xwe bi dest bixe.

 

Li aliyekê din piştî teqînên ku duh Duşembiyê li Bexdayê çêbûn, Adil Ebdulmehdî serdana Fermandariya Operasyonên Bexdayê kir.

 

Di civîna bi fermandarên serbazî yê Fermandariya Operasyonên Bexdayê re jî Ebdulmehdî gotiye: “Berî damezrandina wê fermandariyê terorîstan armancên xwe pêk dianîn û me qurbaniyên mezin didan, lê belê Fermandariya Operasyonên Bexdayê karî ewlekariya Bexdayê biparêze û ewlehiyê vegerîne Bexdayê, ku em şanaziyê bi destkevtên vê fermandariyê dikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst