Şerê Mûsilê û torên civakî

Mûsil (Rûdaw) – Gelek berpirs û dezgehên leşkerî yên Iraqê, dîmen û agahiyên şerê Mûsilê yekser li ser navnîşanên xwe yên torên civakî parve dikin.

 

Serbaz, berpirs û dezgehên ewlekariyê yên Iraqê, kêlî bi kêlî zanyariyên derbarê şer de li ser navnîşanên xwe yên civakî yên weke facebook, twitter û instigramê parve dikin. Gelek ji wan jiber van parvekirinan bûne fenomen û ji aliyê gelek bikarhênerên torên civakî ve tên şopandin.

 

Gelek ji wan di dema pevçûn û şeran de dîmenan raste rast parve dikin. Herwiha agahiyên kontrolkirina gund û navçeyan jî bi wêneyên selfî piştras dikin. Ev wêne û dîmen weke hêmayekî felatê tê dîtin.


 

 

Serokê Hêzên Hevbeş ên Iraqê Telib Şêxatî yek ji wan kesan e, ku roja 3ê Mijdarê, li ser navnîşana xwe ya Facebookê 19 wêneyên dema kontrolkirina taxa Gogceliyê parve kiriye.

 

Ev parvekirin ji aliyê gelek kesan ve hatiye ecibandin û dubare hatiye parvekirin.

 

Herwiha malpera torên civakî ya Artêşa Nîştîmanî ya Iraqê jî roja 4ê Mijdarê dîmenên nav bajarê Mûsilê belav kiriye ku Hêzên Dije Teror li hember çekdarên DAIŞê di nava şerekî dijwar de ne.

 

Kesê ku vîdeoyê digre bi rûyeke biken xwe jî derdixe.

 

Malpera Artêşa Nîştîmanî dibêje: “Misogere ku em ê bi van rûyên ken li eniyên şer serbikevin!”

 

Fermandarê Firqeya Zêrîn a Artêşa Iraqê Fazil Cemîl Berwarî jî roja 2ê Mijdarê selfiyeke xwe li pêşiya avahiya televizyona Mûsilê li ser navnîşana xwe ya Facebook, Twitter û Înstigramê parve kiriye.

 


Berwarî avê wêneyê xwe jî weke “selfiya serkeftinê” binav kiriye.

 

Yek ji wan bikarhênerê çalak ê torên civakî wezîrê berevaniya Iraqê yê berê Xalid Ubeydî ye. Herçend Ubeydî ji kar hatibe dûrxistin jî hê jî bi cilên serbazî li gelek kanalan diaxive û agahiyên dawî li ser şer û pevçûnan parve dike.