Komisyona Hilbijartinên Iraqê: Di van hilbijartinan de saxtekarî nayê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartinên pêşwext yên Parlamentoya Iraqê, duyemîn hilbijartinin ku bi sîstema elekteronî birêve diçe. Komisyona Hilbijartinan piştrastiyê dide ku ne saxtekarî tê kirin û ne ti kesek dikare li cihê kesekî din deng bide.

Sîstema dengdanê di hilbijartina Iraqê de, bi heman amêra hilbijartina sala 2018an tê encamdan, lê Komisyonê rêkarên nû û cuda ji bo vê hilbijartinê peyrew kirine.

Sîstema elektronî, duyem car e di hilbijartinên Iraqê de, tê bikaranîn. Ew sîstem ji sindoqeke elektronî pêk tê, ku bi amêreke taybet ve, hatiye girêdan, êdî dema dengder kaxeza dengdanê dixe nav sindoqê, ew amêr yekser wî dengî dihejmêre.

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan eşkere dike, Kompaniyeke Spanî serperiştiya parastina amêran dike, ji her hewleke hakkirin û sextekariyê. Piştrastiyê jî dide dengderan ku dengên wan nayên guherîn û weke xwe têne hejmartin, herwiha piştrastiyê dide, ku bi ti awayî kes nikare li şûna kesî deng bide.

Di hilbijartina pêşwext a Parlementoya Iraqê de, sala 2018an, hinek aliyan gazin dikir ku dengên wan hatine dizîn, yan bi encaman hatiye lîstin, bi wê sedemê jî, komîteyeke lêkolînê ji hejmareke dadweran hate pêkanîn, lê ti belgeyek derneket ku sextekarî hatibe kirin û kes jî nehate sizadan.

Vê carê garantî tê dan ji bo aliyan, ku amêra dengdanê encaman yekser dişîne Navenda Niştimanî ya Komisyonê li Bexdayê û derfeta sextekariyê tê de nîne.

Berpirsekî berê yê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê jî tekez dike, rêkarên vê carê yên Komisyonê tund in û rê li ber sextekariyê kêm dike, ev yek jî baweriyê li cem dengder bêhtir dike û rêjeya dengdanê bilind dike.

Li gorî amarên Komisoyna Iraqê, heta niha komisyonê bêhtir ji 24 milyon kertên dengdanê dirust kirine, bi kevn û nûyên wan, 19 milyon dengderî kertên xwe wergirtine, û 5 milyon dengderî jî, hêj kertên xwe wernegirtine.