Musenna Emîn: Malikî ji Ebadî baştir bû


Hewlêr (Rûdaw)- Parlamanterekî Kurd li Encûmena Nûnerên Iraqê ragihand ku heta niha gotûbêjên Kurdan ligel Bexdayê negihiştine ti encamekê û di wê baweriyê de ye ku di hinek pirsan de Malikî ji Heyder Ebadî baştir bû.

 

Musenna Emîn, Serokê fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji Rûdawê re tekez kir ku “heta niha danûstandin bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê berdewam in û ew gotûbêj negihiştine ti encamekî.”

 

Emîn wiha jî got: “Em deng nadin hikûmetekê û tevlî nabin ku guh nede daxwazên Kurdan, eger hikûmeta Heyder Ebadî dawazên Kurdan bi cîh neyne û beşê Kurdan di kabîneyê de ne baş be, bi ti awayî deng jî nadin kabîneya wî.”

 

Derbarê mameleya Ebadî li hember daxwazên Kurdan û cudahiya wî ligel Nûrî Malikî Serokwezîrê berê yê Iraqê, Musenna Emîn di wê baweriyê de ye ku Malikî di hinek pirsan de nermtirbû ji Ebadî û li gor gotina wî “Malikî ji Ebadî baştir bû.”