Şoreşger: Me êrişî Eyn Esedê kir

06-08-2024
Nîşan Sewriyûn/Şoreşger Êriş Eyn Esed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Koma bi navê “Sewriyûn/Şoreşger” ragihand ku wan êrişî Eyn Esedê kiriye.

Şeva borî bi mûşekan êrişî Baregeha Leşkerî ya Eyn Esedê ya li parêzgeha Enbarê ya Îraqê hat kirin.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ji Rûdawê re ragihand ku di vê êrişê de hinek leşker û karmendên wan birîndar bûne.

Koma çekdar a bi navê “Sewriyûn/Şoreşger” da zanîn ku wan ev êriş encam daye.

Şoreşgeran herwiha diyar kir ku ew beşek in ji Berxwedana Îslamî ya Îraqê.

“Dê êrişên me berdewam bikin”

 Şoreşgeran amaje pê kir ku wan bi mûşek û dronan êrişî Eyn Esedê kiriye û got:

“Em didin zanîn ku dê êrişên me berdewam bikin heta ku leşkerê dawî yê Amerîkayê jî ji xaka Îraqa me ya ezîz derkeve.”

Li gorî amarên ku Amerîkayê belav kirine, komên çekdar ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ve herî kêm 150 carî êrişî hêzên Amerîkayê yên li Sûriye û Îraqê kiriye.

Amerîka jî gelek caran baregehên grûpên çekdar ên li Sûriye û Îraqê bombebaran dike.

“Washington Institute”yê jî ragihand ku ji destpêka şerê Hemas û Îsraîlê ve li herêmê 188 caran êrişî hêzên Amerîka û Koalîsyonê hatiye kirin û êrişa şevê din a li Eyn Esedê jî bûye êrişa 189an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst