Hikûmeta Îraqê Telegram girt

06-08-2023
RÛDAW
Nîşan Îraq Telegram Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Ragihandinê ya Îraqê diyar kir ku sepana Telegramê bi sedema “ewlehiyê” hatiye qedexekirin.

Telegrama ku ji duh ve li Îraqê venedibû hat zanîn ku ji aliyê hikûmetê Îraqê ve hatiye girtin.

Wezareta Ragihandina Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku biryara girtina Telegramê li ser daxwaza “meqamên payebilind ên dewletê" hat dayîn.

Sedema biryara girtina Telegramê jî wekî "rêlêgirtina belavkirina belgeyên taybet ên dewletê û parastina daneyên şexsî yên welatiyan" hat eşkerekirin.

Wezareta Ragihandina Îraqê herwiha da zanîn ku wan gelek caran ji rêveberiya Telegramê xwestine ku ji bo rê li ber belavbûna agahiyên saziyên fermî û agahiyên şexsî yên welatiyan bê girtin, alîkariyê bidin lê rêveberiya Telegramê bersiv nedaye wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst