Huşam el-Haşimî şirovekarê siyasî û ewlehî û kuncenivîsê Rûdawê hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Lêkoler û şarezayê ewlekariyê yê Iraqî û kuncenivîsê Tora Medyayî ya Rûdawê Huşam el-Haşimî îşev li Bexdayê ji aliyê çekdarên nenaskirî ve hat kuştin.

Lîwa Seid Mein li Wezareta Navxwe ya Iraqê nûçeya kuştina Huşam Haşimî piştrast kir û ragihand, termê wî li Pizîşkiya Dadê ya Bexdayê ye.

Çavkaniyên ewlekariyê yên Iraqî derbarê awayê kuştina Huşam el-Haşimî dibêjin, êvara îro komeke çekdar bi du motorsîklêtan li ber deriyê mala wî teqe li wî kirine û piştî ku ew rakirine Nexweşxaneya Ibn Nefîs, bi sedema giraniya birînan canê xwe ji dest da.

Huşam Haşimî di twîttên xwe yên dawîn de, amaje bi wê yekê kiriye, ku hêzên hevbş ên Iraqê û hêzên Pêşmerge dixwazin operasyonên hevbeş ên sînordar li navçeyên nakokî li ser, li dijî çekdarên DAIŞê pêk bînin.

Nûneratiya Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) jî kuştina Huşam Haşimî protesto kir û ragihand, Şanderê Taybet ê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis Plasschaert bi nûçeya kuştina Huşam Haşimî tûşî şokê bû.

UNAMI herwiha dibêje: “Em bi tundî vê tawana çepel û tirsenokî protesto dikin û daxwaz ji hikûmetê dikin, di demeke herî zû de bikerên vê tawanê bibîne û ceza bike.”