DAIŞê dêr teqand: 4 zarok mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên DAIŞê dêreke xirîstiyanan a di nava bajarê Mûsilê de teqandin. Hat ragihandin, di dema teqîna dêrê de 4 zaroka jiyana xwe ji dest dane.
Berpirsê ragihandina Liqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mûsilê, Seîd Memozînî ji Rûdawê re ragihand: “Çekdarên DAIŞê dêra Om Elmeone ya li nevdna bajarê Mûsilê teqandin.”
Memozînî herwiha ragihand: “Ew dêr li navçeya Sûq Şuarîyîn li navenda bajêrê Mûsilê ye. Di dema teqandina wê dêrê de jî 4 zarokan ji ber sedema ku nêzîkî cihê teqînê bûne, jiyana xwe ji dest dane.”
Dêra Om Elmione dêreke dîrokî yê suryanên artodoks e û li taxa Sûq Şuarîyîn li navenda bajarê Mûsilê ye û dîroka wê vediere bo sedan sal berî niha.
Piştî ku bajarê Mûsilê ket destê çekdarên DAIŞê, wê rêxistinê hejmarek mizgeft û dêr û goristanên vî bajêrî teqandin. Ew zêdetirî salekê ye ku bajarê Mûsilê ketiye destê çekdarên DAIŞê.