Parlamentoya Iraqê biryar da deng bi dest bêne hejmartin

Bexda (Rûdaw) – Di civîna îro ya parlamentoya Iraqê de biryar hat dayîn ku %100ê dengên hilbijartinan ên hemû sindoqan bi destan werin hilbijartin.

 

Parlementoya Iraqê herwiha biyar da ku Komîsyona Hilbijartinên Iraqê were hilweşandin û 9 dadger dê têkevin şûna komîsyonê.


Herwiha li gor biryara parlementoyê li şûna serokên komîsyonê li her parêzgeheke Iraqê dadgerek were danîn.


Parlementoya Iraqê biryar daye ku encamên dengdana taybet ên li Herêma Kurdistanê û dengdana derveyî welat werin betalkirin.

 

Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê yê li Parlementoya Iraqê Musena Emîn ji Rûdawê re ragihand: “Biryarên îro dîrokî bûn û pîrozbahî li dengderên me dikim. Rêjeya yasayî ya rûniştinê temam bû û ti pirsgirêk tinebû. Deng dê bi destan werin hejmartin û kesên ku sextekarî nekirine, nabe ev yek ji wan re ne xweş be.”