Li Bexdayê 5 kesên ji malbatekê hatin serjêkirin

06-05-2020
RÛDAW
Nîşan Bexda Polîsê Iraqê Fermandariya Polîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê Iraqê ragihand, 5 kesên ji malbatekê li Bexdayê ji aliyê çend kesên nenas ve rastî êrişê hatine û her 5 kes jî hatine serjêkirin.

Ehmed Xelef, yek ji efserên polîsê Bexdayê ragihand, îro, 5 kesên ji malbetekê, dayik, xesû û 3 zarok bûn, li taxa Beledyat li rojhilatê Bexdayê bi şêweyekî hov ji aliyê çend kesên nenas ve hatine serjêkirin.

Wî efserê polîsê Bexdayê ragihand, hêzên polîs û artêşê tedbîrên tund ên emnî li wê tevahiya wê taxê girtine û lêkolîneke hûr derbarê wê bûyerê de hatiye destpêkirin jib o dîtina encamdêran.

Berî niha Fermandariya Polîsê Iraqê ragihandibû, tawanan bi şêweyekî berçav ji ber rêkar û tedbîrên tund ên hêzên emnî kêm dibin taybet jî li Bexdayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst