Çekdarên DAIŞê li du navçeyên Diyale belav dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Polîsên Diyale ragihand ku çekdarên DAIŞê li du navçeyên parêzgehê belav bûne û ji bo xwe komî ser hev bikin cihên dûr bikar tînin.

 

Berdevkê Polîsên Diyale Xalib Etiye di civîneke çapemeniyê de got: "Hejmarek şaneyên nivistî yên DAIŞê hewl didin ber bi navçeyên başûrê Bihriz û nehya Kenan biçin, bo vê mebestê jî navçeya dijwar a cografîk a nêzîkê bilindahiyên Hemrîn wek derfet bikar tînin."

 

Xalib Etiye wiha axifî: "Li ser bingehê wan agahiyên îstîxbaratî ku niştecihên navçeyê dane dezgehên ewlekariyê, hêzên polis û îstîxbaratê operasyonek dane destpêkirin."

 

Etiye îdîa kir ku beşek ji çekdarên DAIŞê nabin metirsî bo ser asayîşa parêzgehê, ji ber li devrên dûr in û di nav bexçe û daristanan de xwe vedişêrin.

 

9ê Kanûna 2017an Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, kontrolkirina hemû axa Iraqê ji destê çekdarên DAIŞê ragihandibû, lê demek dibe dîsan li hinek navçeyên Iraqê liv û tevgera DAIŞê dest pê kiriye.