Papa Francis: Teror xwe li pişt perdeya olî vedişêre

Hewlêr (Rûdaw) - Papayê Vatîkanê Papa Francis ragihand ku teror xwe li pişt perdeya olî vedişêre.

Papa Francis, îro piştî ku serdana Necefê kir û li gel Elî Sîstanî civiya, derbasî bajarê Ur ê Iraqê bû û li wir jî merasîmeke berfireh jê re hatibû rêkxistin. Papa di gotara xwe de daxwaza alîkariya di navbera mirovan de kir bo bidestxistina aştiyê.

Papa Francis behsa keç û jinên Kurdên Êzdî kir ku ketin ber êrîş û kuştinê û got, teror xwe di bin perdeya Olî de vedişêre.

Papa Francis di merasîma bajarê Ur de gotarek pêşkêş kir û ragihand ku teror olê di berjewendiya xwe de bikar tîne û ji ber vê yekê jî divê ew sînorekî jê re deynin. Papa got jî, karê wan ewe ku wê yekê aşkera bikin ku teror û ayîn dû tiştên ji hev dûr in.

Papa Francis behsa Corona kir û got, dê bi hevkariya di navbera mirovan de wê pandemiyê nehêlin.

 Papa got jî, hemû welatiyên Iraqê zerer ji terorê dîtine bi taybetî Êzidî ku gelek ji wan hatin kuştin û serederiyek xerab li gel jin û zarokên wan hate kirin.

Papayê Vatîkanê Papa Francis wiha axivî: “Teror olanê di berjewendiya xwe de bikar tîne ji bo ku bigihe armancên xwe, ji ber wê yekê jî kar ji bo me maye ku em sînoran diyarî bikin û olan ji wan kesan dûr bixin ku dixwazin olê wek perdeyekê ji bo karên xwe bikar bînin. Tu rojekê rûnakiya asmanê nayê vemirandin, ji ber wan şer û pevçûnênku li vî welatî rûdane, hemûyan azar dîtine, bi taybetî Êzdî ku gelek ji wan hatin kuştin û serederiyek xirab li gel jin û zarokên wan hate kirin, tundutîjiya derûnî û laşî li himber wan hatiye kirin. Ev çendîn sal e em nimêjê dikin û pêwîst e em berdewam bibin û divê em rêzê li azadiya olan bigrin ku ev mafek seretayî ye ku her kesek ola xwe hilbijêre.”