Civîna Papayê Vatîkanê li gel Merciê Bilind ê Şîeyên Iraqê

06-03-2021

21:36

Cemîl Diyarbekirlî: Tiştê Kurdistanê ji bo Xiristiyaniyan dike tu kes nake

Rûdaw
Rûdaw

Rêvebirê Rewangeha Aşûrî ya Mafê Mirovan ji Swêd bajarê Stockholmê Cemîl Diyarbekirlî ragihand ku tevgera HerêmaKurdistanê ya li hemberî pêkhateyan ji ya hemû welatên Rojhilata Navîn baştir e. Cemîl Diyarbekirlî herwiha got tiştê ku Herêma Kurdistanê ji bo Xiristiyaniyan dike, tu kes nake.

Rêvebirê Rewangeha Aşûrî ya Mafê Mirovan ji Swêd bajarê Stockholmê Cemîl Diyarbekirlî beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî serdana  Papayê Vatîkanê Papa Francis bo Herêma Kurdistanê axivî.

Derbarê serdana Papa bo Iraq û Herêma Kurdistanê de Cemîl Diyarbekirlî diyar kir ku serdana Papa li ba Xiristiyanên û hemû pêkhateyên li navçeya bûye cihê xweşhaliyê û got: “Papa tevî ku ew rewşa xirab a corona û kiryarên terorî li Iraqê heye serdana wî welatî kir û got ez ligel hemû Xiristiyan û pêkateyên din ên li Iraqê û Sûriyê meû  herwiha got ez li gel Misilmanên herêmê me. Bi rastî hatina wî bo herêmê kêfxwşî ji me re çêkir. Dema Papa serdana bajarê Ur û Bexdayê dike ku demeke hejmareke zêde ya Xiristiyan li wan deran hebû dê bibîne kes nemaye. Herwiha dema serdana parêzgeha Mûsilê kir dê wê hovitiya li dijî Xiristiyan hate kirin bibîne. Dema serdana Hewlêrê jî bike dê wî rengê em dixwazin hemû Iraqê bi wî rengî be bibîne.”

Li ser rewşa Xiritiyanên li Rojavayê Kurdistanê jî Cemîl Diyarbekirlî got: “Bi rastî li bakurê rojhilatê Sûriyê me ti caran hest bi tirsê nekiriye. Ti caran di me ferq û cudahî nedikir ku me bibêjin ev Misilman e, ev Keldanî ye û Xiristiyan an pêkhateyeke din e. Li hemberî astengiyan divê me hemû pêkve berevaniyê bikin, eger em ne bi hev re bin kes dê nekare piştgiriya me û eger em bi hev re bin dê kes nekare pişta me bişkîne.”

Bi gotina Cemîl Diyarbekirlî Vatîkanê ji destpêka krîza Sûriyê ve hewla çareserkirina pirsgirêkan daye, lê niha kes nemaya guhê bidin kesên şareza û lewma em ne di wê baweriyê de ku aliyên li Sûriyê yên bûne sedema aloziyan guhdariya peyam û gotinên Papayê Vatîkanê bikin.

Cemîl Diyarbekirlî da zanîn ku ji bo Aşûriyan rewşa li herêma Hesekê gelek ji rewşa bajarên Sûriyê baştir e, û got: “Lê hinek binpêkirin têne kirin û em ji bo wan her tim dengê xwe digihêjinin Rêveberiya Xweser. Em dixwazin Rêveberiya Xweser ku niha wek defacto ye pêşxistinê bixe li ser rêveberiya xwe. Ew çi navê li xwe dikin bila bikin, lê em dixwazin kiryar hebin û kar bê kirin. Bila ew der jî bibe wek Herêma Kurdistanê rengê pêkve jiyanê bihêz bibe û peywendiyên xweş di navbera welatî û hikûmetê de çêbin. Em gelek caran rexneyan li Rêveberiya Xweser dikin ku ew ji bo ku xwe pêş bixin e. Ez dixwazim tişta tê xwestin li herêma Rêveberiya Xweser nîne. Ji bo em bigihêjin nimuneyeke baş divê hemû alî di rêveberiyê de cih bigirin.”

Diyarbekirlî bal kişand li ser ewlebûna Herêma Kurdistanê bo pêkhateyên olî û got: “Min bêhtirî carekê serdana Herêma Kurdistanê kir, me bi rêya platforma Aşûrî ya Mafê Mirovan me pêwendî di gel wan kir. Tiştê ku min li Herêmê dît, ez eşkere dibêjim, belkî li Rojhilata Navîn tevî tunebe, loma tevî hemî kêmasiyên xwe jî, bi min Herêm ji hemî navçeyên din ên Rojhilata Navîn baştir e, ji ber wê yekê me dît ku xelkên me Mûsil û Bexda bi cî hiştin û berê xwe da Kurdistanê, ji ber ku tiştê ku Herêma Kurdistanê ji bo Xiristiyaniyan dike, tu kes nake. Li aliyê din, ji boyî me, Herêma Kurdistanê nûnertiya hemî beşên me dike; çi Aşûr, çi jî Kildanî, ji bo wê yekê, heger ew aram be, em jî aram in, ne tenê ew qas, lê ev xaka han ji bo Kurdên Rojavayî jî bûye penageh.”

Di berdewamiya axavtina xwe de Diyarbekirlî got jî: “Yek ji sedemên ku ez dixwazim Papa serdana Herêma Kurdistanê bike ew e ku em îro dibîn ku ew peyamên ji Herêmê digihêjin ofîsa birêz Papa wê yekê didin diyarkirin ku wek çawa rojekê Îmarat navenda pêkvejiyan û şaristaniyê ye, ez dibêjim ku heke hindek alîkar peyda bibe, dê Herêma Kurdistanê bibe navenda danûstandina ayînan. Ji ber ku Kurdistan bi hemî baweriyan xemilandî ye, serdana Papa jî ji bo vê yekê û ji bo rola Herêma Kurdistanê pesndanek e. Bi hêviya ku her kêmasiyeke heyî were çarsekirin da ku Herêma Kurdistanê bibe devera herî berçav li Rojhilata Navîn.

Bê guman, ev devera ku tu behsê navûdengê wê gelekî baş e, ji bo wê yekê, wê ev serdan bibe alîkar ku bal bê kişandin li ser vê deverê û ne tenê serdana Papa lê rola herêmê jî di mesela vegera Xiristiyaniyan de dibe alîkar, loma em hêvî dikin ku Herêma Kurdistanî hêsankariyan bide û ji me hemiyam jî tê xwestin ku em wêneyekî ciwan ê Herêma Kurdisanî diyarî cîhanê bikin ku ji bo yên li derve bibe peyam jî, loma hindek dosya li Herêmê hene ku ragirtî ne em bi hêvî ne ku bên çareserkirin ku devê her kesekî li ser herêmê vedibe were girtin.”

 

Zêdetir bixwîne

19:22

Qeşe Imad: Jiyana Duhokê bo mesîhiyan xweş e

Qeşeyê Kenîseya Marîs Aleha ya Duhokê Qeşe Imad Xoşaba
Qeşeyê Kenîseya Marîs Aleha ya Duhokê Qeşe Imad Xoşaba

Qeşeyê Kenîseya Marîs Aleha ya Duhokê Qeşe Imad Xoşaba ragihand ku jiyana Duhokê ji bo mesîhiyan xweş e.

Qeşeyê Kenîseya Marîs Aleha ya Duhokê Qeşe Imad Xoşaba beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî rewşa mesihiyên li Herêma Kurdistanê û serdana Papayê Vatîkanê Papa Francis bo Herêma Kurdistanê axivî.

Derbarê serdana Papa Francis bo Herêma Kurdistanê de Qeşe Imad Xoşaba got: “Serdana Papa bo Kurdistanê gelekî giring e, bi rastî sibehî jî dê nêzîka 10 hezar kes li yarîgeha navdewletî Franso Herîrî li Hewlêr kom bibin da ku nimêjê bikin. Li aliyê din, xelkê me gelekî kêfxweş e û sibehî hazir e ku ber bi wir ve biçin da ku pêşwaziya vê bûyera berçav bikin.”

Imad Xoşaba diyar kir ku ew 10 hezar kesên ku hatine destnîşankirin da ku tev li merasîman bibin, ji tevahiya Iraqê hatine hilbijartin û bi taybetî ji Herêma Kurdistanê; ji her deverekê nisbetek hatiye bijartin, ji Dihokê jî dora 420 kesî beşdar dibin û got: “Ji her aliyekî hinek beşdar dibin, sibê jî dê li gel birêz Papa nimêj bê kirin û ji her aliyî ve spasiya Xwedê bê kirin.”

Xoşa da zanîn ku berê hejmara mesihiyan bêhtir bû û got: “Piştî şerê DAIŞê gelek malbat ji Mûsilê jî ber bi Duhokê ve hatin, lê wek serencam, li cem me nîne û yên ji Mûsilê jî hatîn hê jî li vir akincî ne. Hindekan berê xwe da derve, lê piraniya wan li Duhokê rûdinên û naxwazin vegerin Mûsilê. Ji ber ku ewlehiya li Herêma Kurdistanê heyî wisa li Mûsilê nîne, wekî din jî ji ber ku jiyan û debara li Dihokê xweştir e, ji bo wê yekê hez nakin bizîvirin Mûsilê.”

Xoşaba bal kişand li koçberbûna mesihiyan Iraqê û got: “Hejmara wan niha gelekî kêm e, û berî 2003ê hejmara herî mezin li Bexdayê bû, lê piştî cengê piraniya wan çûn dereve û hindek di salên 2006-2008 hatin xwe li Duhokê girt, ji ber ku ne rewşa Bexdayê ne jî ya Mûsilê, ne baş bû. Ji xwe piştî şerê DAIŞê, çi malbateke li Neynewa û Mûsilê heyî, hatin Herêma Kurdistanê, û piştî 2017an, dema ku gundên wan hatin rizgarkirin, nêzî nîvekî wan li gundên xwe zivirîn û hindek derketin derve û yên din li Herêma Kurdistanê man û ev serê çend salan e ku hejmara Xirisitiyaniyan li Kurdistanê wekî xwe maye. Mesîhî xwe li dever û erda ewle digirin, 60 xêzanên ku li Mûsilê jî mane, kêm e, ew jî ji ber ku rewş xirab e, lê mixabin ku piraniya wan ber bi derve ve çûne û yê çûyî jî zehmet vegere, ji bo wê yekê hejmara me li 300 hezarî ketiye û eger rewş baştir nebe Xwedê neke dibe ku hejmar kêmtir jî bibe.”

Qeşeyê Kenîseya Marîs Aleha ya Duhokê herwiha eşkere kir ku dora 3-4 hezar malbat li Dihokê dimînin û li Hewlêrê jî zêdetirî 8 hezarî ne û wiha pê de çû û li ser hatina Papa û bandore jî wiha axivî: “Hatina wî ji bo me piştgirî û destekeke gelekî mezin e, hem jî ji bo Iraqê bi giştî û Kurdistanê jî gelekî baş e û peyama `ez di gel we me` digihîne me. Ji aliyekî din ve, ev hatina wî ya dîrokî ya yekem tê wê wateyê ku nirxê vê erdê gelekî li dev wî heye û jixwe Papa jî her dem di nava nimêjê xwe de me, Iraq û Kurdistanê ji duayan nahêle. Wekî din jî, bi vê hatina xwe, ew ne tenê serdana Mesîhiyan dike, lê serdana wî ji bo hemî xwediyên hem bîr û bawriyan e; çi Misilman çi jî Êzdî... Jixwe silogana wî ew bû ku `hûn hemî birayên hev in` û hûn tev de pêk ve vî welatî ava bikin, loma ku pêwîst e ji aliyê hiqûqî ve hemî yeksan bin û tu cudahî di navbera wan de tunebe. Piştevaniyeke gelekî mezin e û wê yekê jî bi xwe re dide diyarkirin ku Mesîhî hê jî li Iraq û Kurdistanê dimînin, ji ber ku heye ku gelek deverên cîhanê difikirin ku Mesîhî li vir nemane.”

Zêdetir bixwîne

18:25

Gafur Ohanyan: Serdana Papa bo Kurdistanê gelek girîng e

Rêveberê Weqfa Dêra Surp Gragos a Ermeniyan li Amedê Hovhannes Gafur Ohanyan
Rêveberê Weqfa Dêra Surp Gragos a Ermeniyan li Amedê Hovhannes Gafur Ohanyan

Rêveberê Weqfa Dêra Surp Gragos a Ermeniyan li Amedê Hovhannes Gafur Ohanyan ragihand ku dora 70-80 hezar Ermenî li Tirkiyê mane û şert û mercên Ermiyên li Herêma Kurdistanê baştir e ji yên li Tirkiyê. Hovhannes Gafur Ohanyan herwiha got ku serdana Papayê Vatîkanê Papa Francis bo Herêma Kurdistanê gelek girîng e.

Rêveberê Weqfa Dêra Surp Gragos a Ermeniyan li Amedê Hovhannes Gafur Ohanyan beşdarî bultena Rûdawê bû û tîkildarî rewşa Ermeniyên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û serdana Papayê Vatîkanê Papa Francis bo Herêma Kurdistanê axivî.

Hovhannes Gafur Ohanyan derbarê serdana Papa Francis bo Herêma Kurdistanê de got: “Hatina wî ya Kurdistan û Iraqê, bi me, gelekî giring e, wek ku tê zanîn, bi salan û ji mêj de, şer û pevçûn li Iraqê hîç neqediyane, loma ziyan li tevhaiya xelkê wê bûye; çi ol û çi jî bawerî. Papa jî şexsiyetekî giring e li cîhanê û qîmeta wî heye, ji bo wê yekê, ez bawer im ku wê hatina wî gelek girîng be. Jixwe her wek ku tê zanîn, dora bîst sal berê, %6 ji nifûsa Iraqê Xiristiyanî bûn, ew jî dike 1.5 milyon kese, lê piştî şer û pevçûnan, vêga qey 250-300 hezarek li tevhiya Iraqê mane, loma, ez bawer im ku tevhiya dinyayê ziyanê jê dibîne, ev jî ji ber ku tê nasîn ku hejmara her miletekî, li çi welatî be heke ya herî kêm be, ziyan zêdetir li wî dibe.”

Derbarê sedema Xiristiyan çima berê xwe didin Başûrê Kurdistanê de jî Hovhannes Gafur Ohanyan got: “Ez bawer im ku sedema vê yekê ew e ku ji ber ku xaka Kurdistanê bi wan xweştir e, ew jî ji ber ku Herêma Kurdistanê miletên cûrbecûr û ji hemî baweriyan li xwe digire, ne tenê ev qas, lê di qanûna wan de jî tiştekî wisa hatiye rûniştin; çi heqê ziman be çi jî di parlemanê de, ev jî tê wateya hişyariya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji vê yekê re, loma ew qas Xiristiyanan xwe lê girtiye.”

Têkildarî Erminiyên li Tirkiyê jî Ohanyan amaje bi wê yekê kir ku mercên Ermeniyên li Herêma Kurdistanê baştir e ji yên Tirkiyê û got: “Li Tirkiyeyê jî Xiristiyan hene, Cihû û Rom jî hene, lê hejmara wan gelekî kêm, bêhtirî Xiristiyaniyan Ermenî ne, ez bawer im ku dora 70-80 hezar li Tirkiyeyê mane, ji xwe îdara hikmûmetê jî giring e; yanî li gorî ku em dibêjin, Kurdistana Iraqê, hinekî baştir guh dide wan.

Li Tirkiyeyê, ji Lozanê û vir ve, ji bo kesên nemisilman, qanûnek hatiye danîn ku dikarin di dibistanên xwe de bi zimanê xwe bixwînin, lê li şûna hikûmetê, cemaet Ermenî mesrefa wan li xwe digire. Jixwe ji bo ziman jî, piraniya Ermeniyan li Stenbûlê ne, lê li deverên din pir kêm in û dibistanên wan jî li wan deran tunene, lê yên li Stenbûlê, dibistanên xwe yên tayebet hene. Mesrefa xebatkarên kilîsan cemaeta Ermenî li xwe digire, lê ya xebatkarên mizgeftan, Wezareta Diyanetê li xwe digire.”

Ohanyan tekez dike ku hatina Papa bo Herêma Kurdistanê gelek  giring e, û dibêje: “Ez bawer im ku dê ji bo aştî, biratî û ji bo rêgirtina li ber kuştinê, gelekî bi sûd be. Herwiha Xiristiyanên me yên li wir dijîn dê hinekî din bi xwe bawer bin, ji ber ku Papa şexsiyeteke pir girîng e û bala dinyayê jî zehf dikişîne li ser devera ku lê. Ji ber vê yekê, dê ev yek bandorê li mana wan a li wir bike ku bi serbestî bijîn û lê bimînin.”

Rêveberê Weqfa Dêra Surp Gragos a Ermeniyan li Amedê herwiha da zanîn ku nûnerên me li navê Diyaneta Tirkiyê nîne û tenê Misilman tê de dixebitin nûnerên baweriyên din lê nînin û wiha got: “Daxwaz gelek caran tên kirin, lê li gorî sîstema Tirkiyeyê û îro, rêyeke wisa nayê dayin, an jî em bibêjin xwestin tenê têrê nake. Wek ku min got, piraniya Xirisiyaniyên li Tirkiyeyê heyî Ermenî ne û piraniya wan li Stenbûlê rûdinên û piraniya kilîseyên wan jî li wir dimînin, lê li Bakurê Kurdistanê li Amedê wekî nimûne çend hene; yek a Suryaniyan e û yek a Kildaniyan e, û yek jî ya Protêstantan e û 4 heb ên Ermeniyan in, û vêga yek ji wan bi destên hikûmetê ji ber şerê çêbûyî tê tamîrkirin, wekî din, yeka din a Ermeniyan li Qeyserî heye û ji xwe li Wanê jî kilîsa navdar heye, lê salê carekê ji bo îbadetê tê vekirin, ji ber ku bûye cihekî geştguzariyê.”

Derbarê peywendiyên Kurd û Ermeniyan de jî Ohanyan diyar kir: “Têkiliya me û Kurdan her gav baş e, ev 20-25 sal in ku têkiliya me gelekî xurt e, wekî berê tu kes tu ziyanê nagihîne Xiristiyaniyan; hîç pirsgirêkên me tunene.”

Zêdetir bixwîne

17:36

Sembola serhildana li hemberî zordestiyê: Çîroka Îbrahîm Pêxember

Rûdaw
Rûdaw

Papayê Vatîkanê Papa Franci di serdana xwe ya Bexdayê û Herêma Kurdistanê de îro serdana meqama Îbrahîm Pêxember jî kir. Lê li gorî çîrok û baweriya nava xelkê de meqama Îbrahîm Pêxember li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê ye. Salane bi milyonan geştiyar diçin serdana vê meqamê û li wir dua dikin. Hevkarê min Maşallah Dekak li ser çîroka meqama Îbrahîm Pêxember û Gola Masiyan fîçerek çêkiriye.

Çîroka Îbrahîm Pêxember digihije 4 hezar sal berê. Li gorî efsane û çîrokê ku ji nifşên wê demê heta îro hatiye, Îbrahîm Pêxember li bajarê Ruhayê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Dema Îbrahîm pêxember ji dayik dibe, ewdem li Babîlê û derdora Ruhayê Kral Nemrûd hebûye. Nemrûd kralekî zalim bûye. Hatina Îbrahîm Pêxember, dibe destpêka têkçûna Nemrûd û zilma wî.

Derbarê çîrokê de Zanayê olî li Ruhayê Hacî Kurt dibêje: “Zemanê Nemrûd wê çaxê zarokên ku dibin hinekî xewn dîtiye. Li ser tebîra xewnan gotiye dê zemanek were dê zarokek çêbibe dawî li hikûmdariya te bînin. Nemrûd jî ferman derdixe dibêje zarokên ku îsal çêbûn giş bikujin û serjê bikin. Jina Îbrahîm Pêxember ducanî dibe. Nêzikî welidîna wê ji malê derdikeve, dibêje ez ê bi ku de herim. Li paşiya me şikeftek heye, meqamê Îbrahîm Pêxember e. Li vir zarokê wî tê meydanê. Îbrahîm pêxember li vir mezin dibe.”

 Pisporê geştiyariya olî Kamîl Turkmen jî got: “Kilîtê vedike wan paganîzm, pût çiqas hene, yek bi yek bivir û balte li wan dixe û yek bi yek dişkêne. Wextekî Newroz e xwedê dizane. Hemû tên dibêjin kî van pûtan şikandine. Dibêjin kê kiriye kê nekiriye, dibêjin Îbrahîm Pêxember kiriye.”

Piştî ku Îbrahîm Pêxember wan pûtên ji herî, kevir û peykerokan pêk tê dişkêne, ji Nemrûd û derdora wî re dibêje belê xwedayek heye. Lê nabe ew xweda bi destê mirovan hatibe çêkirin. Divê xwedayek wisa be ku hemû cîhan û gerdûn bi fermana wî hatibin çêkirin. Ew xweda, xwedayê şev û rojan e.

Nemrûd piştî van gotinên Îbrahîm Pêxember, biryar dide ku li binê Keleya Ruhayê agirekî pir mezin dade û Îbrahîm pêxember di nava agir de bişewitîne. Dest û lingên Îbrahîm pêxember girê didin û ew davêjin nava agir. Lê tiştekî ecêb çêdibe; agir dibe av, dar û êzingên ku şewitandine dibin masî. Li gorî vê çîroka Gola Masiyan a Ruhayê ew dem çêbûye û heta niha jî ev gol pîroz e.

Zanayê olî li Ruhayê Hacî Kurt  dide zanîn: “Agirekî pir mezin ku digihije asîmanan, agirekî pir mezin dadane. Îbrahîm li vî bajarî, li vê kelê, du stûnên mezin hene lê. Di kitêban de dibêjin ji wê derê Îbrahîm pêxember avêtine nava agir. Li gorî ayeta pîroz, dibêje ey agir, li ser Îbrahîm bicemide û bila silametî be. Heta dibêjin dema ku Rebê Alemê emrê agir kir û got bicemide, agir cemidî û ez jî baş bûm. Bi saxî filitîm.”

Piştî ku Îbrahîm pêxember ji nava agir xilas dibe û naşewite. Alîgirên wî û yên Nemrûd hemû li pey wî diçin. Dawî li zordestiya Nemrûd tê. Piştî demekê ji Îbrahîm pêxember 2 kurên bi navê Îsmaîl û Yaqûp çêdibin. Li gorî vê çîrokê pêxemberê ola îslamê Hz. Muhamed, pêxemberê ola yahûdiyan Hz. Mûsa û pêxemberê ola krîstiyanan Hz. Îsa ji koka Hz. Îbrahîm Pêxember tên.

Di berdewamiya axavtina xwe de Hacî Kurt derbarê Îbrahîm pêxember got jî: “Kalikê hemûyan e. Kalikê gişan e. Kalikê misilmanan, kalikê îsraîliyan, kalikê îsewiyan e. Yên benî îsraîl hemûyan e. Lazim e em li ser kalikê xwe bimeşin. Riya kalikê me riya xwedê ye.”

 

Li gorî vê çîrokê li Gola Masiyan a bajarê Ruhayê niha meqama Îbrahîm pêxember heye. Ev herêm weke cihê geştiyariyê hatiye çêkirin. Salane ji milyonekî zêdetir geştiyarên navxweyî û derve bi efûsûna vê çîrokê berê xwe didin Ruhayê da ku meqama pêxember û Gola Masiyan ziyaret bikin.

Geştiyar Şirîn Mihemed jî got: “Geştiyar - Me got evder meqamê Xelîl Îbrahîm e, em biçin ji xwe re ziyaret bikin. Ji xwe re dua dikin.”

Geştiyar Cîhan Heso jî wiha axivî: “Em fetre fetre têne ziyaret dikin. Dua dikin, fethe dixwînin. Em hinekî av jî jê digrin, vedixwin, em dibin malê dixin nava çayê û xwarinê. Dibêjin bereket e. Ez nizanim êdî.”

Îbrahîm pêxember her çiqas di hersê olên mezin de weke kalikê hemû pêxemberan tê pênasekirin jî di nava çepgirên kurd de jî ji ber helwesta wî ya li hemberî Nemrûdê zalim, bûye sembola serhildana li hemberî zordestiyê.

Zêdetir bixwîne

13:57

Papa Francis: Teror xwe li pişt perdeya olî vedişêre

Papayê Vatîkanê Papa Francis

Papayê Vatîkanê Papa Francis ragihand ku teror xwe li pişt perdeya olî vedişêre.

Papa Francis, îro piştî ku serdana Necefê kir û li gel Elî Sîstanî civiya, derbasî bajarê Ur ê Iraqê bû û li wir jî merasîmeke berfireh jê re hatibû rêkxistin. Papa di gotara xwe de daxwaza alîkariya di navbera mirovan de kir bo bidestxistina aştiyê.

Papa Francis behsa keç û jinên Kurdên Êzdî kir ku ketin ber êrîş û kuştinê û got, teror xwe di bin perdeya Olî de vedişêre.

Papa Francis di merasîma bajarê Ur de gotarek pêşkêş kir û ragihand ku teror olê di berjewendiya xwe de bikar tîne û ji ber vê yekê jî divê ew sînorekî jê re deynin. Papa got jî, karê wan ewe ku wê yekê aşkera bikin ku teror û ayîn dû tiştên ji hev dûr in.

Papa Francis behsa Corona kir û got, dê bi hevkariya di navbera mirovan de wê pandemiyê nehêlin.

 Papa got jî, hemû welatiyên Iraqê zerer ji terorê dîtine bi taybetî Êzidî ku gelek ji wan hatin kuştin û serederiyek xerab li gel jin û zarokên wan hate kirin.

Papayê Vatîkanê Papa Francis wiha axivî: “Teror olanê di berjewendiya xwe de bikar tîne ji bo ku bigihe armancên xwe, ji ber wê yekê jî kar ji bo me maye ku em sînoran diyarî bikin û olan ji wan kesan dûr bixin ku dixwazin olê wek perdeyekê ji bo karên xwe bikar bînin. Tu rojekê rûnakiya asmanê nayê vemirandin, ji ber wan şer û pevçûnênku li vî welatî rûdane, hemûyan azar dîtine, bi taybetî Êzdî ku gelek ji wan hatin kuştin û serederiyek xirab li gel jin û zarokên wan hate kirin, tundutîjiya derûnî û laşî li himber wan hatiye kirin. Ev çendîn sal e em nimêjê dikin û pêwîst e em berdewam bibin û divê em rêzê li azadiya olan bigrin ku ev mafek seretayî ye ku her kesek ola xwe hilbijêre.”

Zêdetir bixwîne

12:56

Naveroka civîna dîrokî ya Papa û Sîstanî

Wêne: Vatîkan News

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîsîngeha Rojnamevanî ya Papa Francis daxuyaniyek derbarê civîna Papa û Merciê Bilind a Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî belav kir û ragihand, Papa spasiya Sîstanî kir ji ber “dengbilindkirina” wî ji bo parastina kesên ku jiyana wan zehmet bûye.

Li gor daxuyaniyê, civîn bo dema nêzikî 45 xulekan berdewam kir û tê de Papa Francis tekezî li girîngiya “hemhengî û dostayetiya di navbera civakên ayînî kir, ew jî ji ber berjwendiyên Iraq, navçe û tevahiya mirovahî.”

Daxuyanî amaje bi wê dike, ew hemahengî û dostayetî bi rêya diyalog û rêzgirtina hevbeş tê bidestxistin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, civîn derfetek bû bo ku Papa Francis spasiya Ayetullah Elî Sîstanî bike li beramber “dengbilindkirin” a bo parastina kesên jiyana wan zehmet bûye û hatine çewisandin “bi taybetî van salên dawîn de ku tundûtûjî zêde bûye û jiyan zehmet bûye. Herwiha Papa Francis spasiya Elî Sîsanî kir bo tekezkirina li pîroziya jiyana mirov û girîngiya yekgirtin û yekrêziya di navbera xelkê Iraqê de.”

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, Papa Francis di dema malavayîkirina li Elî Sîstanî amaje bi wê kiriye, ew dê berdewam bibe di duakirinê de bo bo ku Xwedê pêşerojeke tijî ji aramî û biratiyê bo xelkê Iraq, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bîne.”

Di dema serdana papa de li cadeyên Necefê dîmenên Ayetullah Elî Sîstanî û Papa hatibûn bilindkirin ku li ser nivîsandiye Hevdîtina Dîrokî.

Nivîsîngeha Elî Sîstanî jî derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Sîstanî amaje bi wê rola serkirdeyên ayînî û rûhî kir û got, “Divê kesayetiyên olî rola wan di kêmkirina derdeseriya xelkê sitemdîtî de hebe.”

Nivîsîngeha Elî Sîstanî diyar kiriye jî “Me ligel Papa behsa derdeseriya gelên navçeyê kiriye” hatiye gotin, “Gelên navçeyê rûbirûyî gef û tundûtîjiyê bûne, rûbirûyî dorpêça aborî û guhertina demografî bûne.”

Di daxuyaniyê de tekezî li ser wê hatiye kirin, “Divê Mesîhî hevawayê Iraqiyan di ewlehiyê û aramiyê de bijîn. Em hêvîdarin Iraq di zûtirîn dem de ji vê rewşa tevlîhev rizgar bibe.”

Herwiha di daxuyaniya Nivîsîngeha Elî Sîstanî de hatiye diyarkirin, “Rola Merciyîyetê di parastina Mesîhiyan de hebû. Taybet di dema hatina DAIŞê di sala 2014an de û di dawî d ejî amaje bi wê kiriye, Elî Sîstanî kêfxweşiya xwe serdana Papa Francis derbiriye.”

Berî niha jî papa peyama bratiyê li gel Imamê Ezherê imze kiribû ku yek ji kesatiyên herî diyar ên Musilmanên Şîe ye. 

Musilmanên sunne ku %10 ya muslmanan pêk tînin û  piranî li Iraq û Îranê dijî.

Rê bi medyayê nehate dan ku di civîna navbera Papa û Ayetula Sîstanî de amade be.

Zêdetir bixwîne

11:58

Papa li bajarê dîrokî yê Ur e

Papa dê gotarekê pêşkêş bike

Hewlêr (Rûdaw) - Papayê Vatîkanê Papa Francis li bajarê Ur e ku bajarê şaristaniyet û dîrokî û bajarê jidayîkbûna pêxember Îbrahîm e.

Nûnerên olîn ciyawaz di dîdarekê de beşdar in ku merasîm jî bi navê Dîdara Ayînan e. 3 Kurdên Zerdeştî û Kakeyî jî çûne bajarê Ur ê li Nasiriyê û ew dixwazin Papa bibînin û nameyekê radest bikin.

Nûnerên Zerdeştî û Kakeyiyan ku çûne bajarê Ur ji Rûdawê re ragihand ku ew daxwaz ji Papa dikin guvaş bixe ser hikûmeta Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyên ku ew li ser in.

Herwiha biryara serdana Papa Francis bo Ur bûye sedema wê jî ku hikûmeta Iraqê bîr li pêşkêşkirina xizmetguzariyan û qîrkirina rêyan li wî bajarî bike ku çendîn sal e daxwaz dihatin kirin rêyên wî bajarî bên nûjen û qîrkirin û ew daxwaza pêk nedihat.

Lê piştî biryara Papa bo serdana Urê, rêyên wî bajarî di nava 2-3 rojan de hatin qîrkirin û pirsgirêka rê hat çareserkirin.

Zêdetir bixwîne

10:39

Papa Francis û Elî Sîstanî civiyan

Hevdîtina dîrokî ya Papa û Sîstanî

Hewlêr (Rûdaw) - Papa Francis li Necefê li gel Ayetula Elî Sîstanî civiya, Wê serdana navçeya Ur ya dîrokî bike û beşdariyê di nimêja hevbeş ligel kesayetiyên olî yên Şîe, Sunne, Êzdî û Sabîeyên Mendayî dike

Papayê Vatîkanê ku Rêberê Rûhî yê 1.3 milyar Mesihiyan e li cîhanî, di yek ji serdanên xwe yên dîrokî de li Iraqê bi Ayetula Elî Sîstanî re civiya ku temenê wî 90 sal dibe û li bajarê Necefê dimîne ku 200km dûrî Bexdayê ye. Hevdîtina navnbera Sîstanî û Papa derdûra saetekê berdewam kir.

Berî niha jî papa peyama bratiyê li gel Imamê Ezherê imze kiribû ku yek ji kesatiyên herî diyar ên Musilmanên Şîe ye. 

Musilmanên sunne ku %10 ya muslmanan pêk tînin û  piranî li Iraq û Îranê dijîn

Rê bi medyayê nehate dank u di civîna navbera Papa û Ayetula Sîstanî de amade be

Di dema serdana papa de li cadeyên Necefê dîmenên Ayetullah Elî Sîstanî û Papa hatibûn bilindkirin ku li ser nivîsandiye Hevdîtina Dîrokî.

Zêdetir bixwîne

10:17

Serdana Papa Francis ya Iraqê di medya cîhanê de

Papa Francis yekemîn Qedaseta Papa ye ku serdana Iraqê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Serdana Papa Francis bo Iraqê karvedanên mezin di medyaya cîhanê de li pey xwe anî.

Papa Francis yekemîn Qedaseta Papa ye ku serdana Iraqê dike. Tevî metirsiyên Korona û rewşa niha ya Iraqê, Papa rijd bû li ser serdana xwe. Van sedeman hişt ku medyaya cîhanê bi germ behsa serdana 266mîn Papayê Vatîkanê bikin.

New Yrok Time:

Rojnameya New Yrok Times ya Amerîkî bi navûnîşana Papa dest bi geşteke pir ji hêma û metirsî bo Iraqê dike û nivîsandiye, Bi hilbijartina Iraqê weke yekem cih ku serdana wê bike piştî destpêkirina pandemiya Korona, Francis rasterast xwe avête nav pirsên aştî, şer,hejarî û nakokiyên olî li axeke pîroz û dêrîn de.

Washington Post:

Rojnameya Washington Post ya Amerîkî derbarê dem û cihê serdana Papa dibêje, bi biryardan li ser geştkirinê, tevî metirsiyan, bo welatekî ku zêdetir ji her tiştekî bi şer û êş û azaran bi navûdeng e, Francis di demekê de geşt dike ku kesayetiyên cîhanî li cihê xwe rawestiyane. Mebesta Papa Francis ew e ku rolek di avakirina welatekî de bileyze ku dema çend dehan e, hewlên vê yekê şikestî anîne.

Serdana wî bi nîşandana wêrekiyê tê hejmartin bo welatekî ku hewl dide xwe ji dagîrkeriya Amerîka û hovîtiya DAIŞê rizgar bike ku DAIŞê gefên dagîrkirina Romayê kir.

Daily Telegraph:

Rojnameya Daily Telegraph a Brîtanî nivîsandiye, Papa dixwaze bi serdana xwe ya dîrokî bo Iraqê dawî li şer û tundûtîjiyê bîne.

Daily Sabah:

Rojnameya Daily Sabah a Tirkiyê jî derbarê serdana Papa dibêje, Ji bo Papa ku hinek caran serdana wan cihan dike ku Kristyan weke pêkhateyeke kêmîne lê dijîn, Krîstyanên dorpêçkirî yên Iraqê ew nimûneya şehîdên kenîseyê ne ku ji dema gencîtiya xwe ve ji wan hez kiriye.

The Guardian:

Rojnameya Guardian a Brîtanî bi navûnîşana Papa Francis digihe Bexda bo geşteke serkêşane û metirsîdara dîrokî li Iraqê behsa metirsiyên ewlekarî û tendirustî ya geşta Papa bo Iraqê dike.

Deusch Welle:

Deutsch Welle ya Almanî di malpera xwe de belav kiriye Îbrahîm li Iraqê ji dayik bû, her li wir jî li gor Incîlê, neheng pêxember Yûnis daqurtand. Papa Francis serdana navçeyekê dike ku di dîrokeke pîroz de niqum bûye.

Zêdetir bixwîne

09:00

NY: Serdana Papa Francis bo Iraqê nîşana hêviyê ye

Wêne: AFP

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansên ser bi Netewên Yekbûyî seredana Papayê Vatîkanê ji bo Iraqê bi nîşana hêviyê datînin.

Rêxistina Perwerdeya Zanistî û Kultûrî ya Netewên Yekbûyî UNSCO dibêje, seredana Papa Francis ji bo Iraqê weko peyama aştî û yekgirtîbûnê li ser binemaya fireh netewî tê.

Biryar e roja yekşemê Papa Francis seredana Mûsilê bike û li wê derê dua ji bo qurbaniyên şerê DAIŞê bike.

Serokê Komîteya Tîma Netewên Yekbûyî ji bo Iraqê ji bo lêkolîn li tawanên DAIŞê Kerîm Xan dibêje, seredana Papa ji bo Iraqê û civîna wî li gel serkirdeyên olî û seredana wî ji bo cihên olî, peyama yekgirtîbûn û aştî û pêkvejiyana di navbera hemû pêkhateyên Iraqê li xwe digre, bi taybetî ewên ku li ser destê DAIŞê rastî eşkenceyê hatine, di nav wan de jî pêkhateya Kiristiyan.

UNESCO amaje bi wê yekê dike, seredana Papa Francis ji bo bajarê Mûsil giringiyek taybet heye, ji ber ku ew bajar yek ji kevintirîn bajarên Cîhanê ye û ji bo demê çendîn sedan navenda kultûrî û olî ya hemû cîhanê bûye, herweha li demê xîlafeta ku DAIŞ li sala 2014-2017an ragihandibû, xelkê bajêr rastî rewşeke zehmet bibû.

Zêdetir bixwîne

08:59

Civîna Papa Francis û Elî Sîstanî çawa dibe?

Kesayetiyên olî dibêjin, ew bi hatina Papa Francis dilxweşin û serdana wî bilind dinirxînin.

Hewlêr (Rûdaw) - Li pîroztirîn bajarê mezheba Şîre, Papayê Vatîkanê dê Merciê Bilind ê Şîeyan li Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî bibîne. Di vê hevdîtina dîrokî de herdu kesayetiyên ayînî dê peyamên aştî û pêkvejiyanê bidin, lê li gor civînên din ev dê ciyawaz be.

Papayê Vatîkanê û Elî Sîstanî îro Şemî, 06.03.2021, dê civîneke 40 xulekî encam bidin ku jibilî wergêr ti kes di civînê de beşadar nabe. Tê pêşbînîkirin, vê civînê bandor li ser Iraq û heta Îranê jî hebe.

Ev deh sal e Vatîkan kar ji bo pêkhatina vê serdana Papa dike, serkirdeyên Şîe dibêjin, serdana Papa ya Iraqê ne li gor serdanên din e.

Elî Sîstanî ku temenê wî nêzikî 90 sal e, gelek kêm derdikeve û pêşwazî li şandên biyanî dike. Vatîkan hêvî dike Papa Francis li Necefê rêkeftinekê li gel Sîstanî îmze bike. Rêkeftinek ku gaantiya biratî û pêkvejiyanê bike, her wek çawa li Misirê li gel Şêxê Ezher ew kar pêk anî.

Ji bo tekezkirina li ser pêkvejiyana di navbera olan de, Papayê temen 84 salî dê li cihê mezara Îmam Elî, Xelîfeyê Çaremîn ê Raşidîn û cihê mana Lêvegerê Bilind ê Şîeyan li gel Ayetulla Elî Sîstanî bicive.

Kesayetiyên olî dibêjin, ew bi hatina Papa Francis dilxweşin û serdana wî bilind dinirxînin.

Mamostayê Olî li Necefê Mihemed Elî, girîngiya vê serdana dîrokî di wê de dibîne ku wisa li Iraqiyan dike ku hest bi girîngiya welatê xwe dikin.

Mihemed Elî, Mamosteyê Olî, dibêje, “Girîngiya vê serdana dîrokî di wê yekê de ye ku weha li Iraqiyan dike hest bi girîngiya vî welatî û wan kesayetiyên ku têde dijîn bikin û herweha hest bi girîngiya parastina welat û yekgirtina wê bikin.”

Papa Francis 266mîn Papayê Vatîkan e û dibe yekemîn Papa serdana Iraqê bike. Lêvegerê milyarek û 300 milyon Kiristyanên katolîk e.

Zilamên olî yê Necefê hêvî dikin serdana vê kesayetiyê bo lêvegera wan, bibe handerek ji bo aramî û asayîşa Iraq û navçeyê.

Muhened Cemaledîn- Mamoste li Hewzeya Ilmî Necf, dibêje, “Bi rastî, hilbijartinên Iraqê di vê rewşê de, tevî bahora Coronayê wiha kiriye, ku kombûn zehmet be, lê Papa pêdagir bû li ser civînê di vê demê de, lewra divê peyameke girîng li pişt; be. Pêwîste peyama wî bibe sedema belavbûna aştiyê, hezjêkirinê, dilovaniyê û pêkve jiyanê. Herwiha razîbûna rêzdar Sîstanî jî bi vê civînê peyameke girîng lixwe digire. Ku ev jî em pêşwaziyê li aştiyê dikin.”

Biryar e Sîstanî li mala xwe pêşwazî li Papayê Vatîkanê bike. Li gor zanyariyên taybet bi geşta Papa û civîna di navbera wan de wê 40 xulekî dirêj bike.

Piştî bidawîbûna civîna li gel Sîstanî, Papayê Vatîkan ber bi Nasiriye ve bi rê dikeve da ku li bajarê Ûr yê şûnwarî ku wek cihê jidayikbûna Ibrahîm pêxmeberê bavê pêxmemberan tê danîn, gotarekê derbarê biratiya di navbera olan de pêşkêş bike.

Zêdetir bixwîne

08:45

Civîna Papayê Vatîkanê li gel Merciê Bilind ê Şîeyên Iraqê

Papa dê li gel Sîstanî bicive

Papayê Vatîkanê Papa Francis gihişte Necefê û dê li gel Merciê Bilind ê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî bicive.

Tê çaverêkirin di civîna di navbera herdu kesayetên ayînî de peyamên girîng bên dayîn. Paşê Papa dê serdana bajarê dîrokî yê Ûr bike ku bajarê jidayîkbûna Îbrahîm e.

Zêdetir bixwîne