Civîna Papa Francis û Elî Sîstanî çawa dibe?

Hewlêr (Rûdaw) - Li pîroztirîn bajarê mezheba Şîre, Papayê Vatîkanê dê Merciê Bilind ê Şîeyan li Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî bibîne. Di vê hevdîtina dîrokî de herdu kesayetiyên ayînî dê peyamên aştî û pêkvejiyanê bidin, lê li gor civînên din ev dê ciyawaz be.

Papayê Vatîkanê û Elî Sîstanî îro Şemî, 06.03.2021, dê civîneke 40 xulekî encam bidin ku jibilî wergêr ti kes di civînê de beşadar nabe. Tê pêşbînîkirin, vê civînê bandor li ser Iraq û heta Îranê jî hebe.

Ev deh sal e Vatîkan kar ji bo pêkhatina vê serdana Papa dike, serkirdeyên Şîe dibêjin, serdana Papa ya Iraqê ne li gor serdanên din e.

Elî Sîstanî ku temenê wî nêzikî 90 sal e, gelek kêm derdikeve û pêşwazî li şandên biyanî dike. Vatîkan hêvî dike Papa Francis li Necefê rêkeftinekê li gel Sîstanî îmze bike. Rêkeftinek ku gaantiya biratî û pêkvejiyanê bike, her wek çawa li Misirê li gel Şêxê Ezher ew kar pêk anî.

Ji bo tekezkirina li ser pêkvejiyana di navbera olan de, Papayê temen 84 salî dê li cihê mezara Îmam Elî, Xelîfeyê Çaremîn ê Raşidîn û cihê mana Lêvegerê Bilind ê Şîeyan li gel Ayetulla Elî Sîstanî bicive.

Kesayetiyên olî dibêjin, ew bi hatina Papa Francis dilxweşin û serdana wî bilind dinirxînin.

Mamostayê Olî li Necefê Mihemed Elî, girîngiya vê serdana dîrokî di wê de dibîne ku wisa li Iraqiyan dike ku hest bi girîngiya welatê xwe dikin.

Mihemed Elî, Mamosteyê Olî, dibêje, “Girîngiya vê serdana dîrokî di wê yekê de ye ku weha li Iraqiyan dike hest bi girîngiya vî welatî û wan kesayetiyên ku têde dijîn bikin û herweha hest bi girîngiya parastina welat û yekgirtina wê bikin.”

Papa Francis 266mîn Papayê Vatîkan e û dibe yekemîn Papa serdana Iraqê bike. Lêvegerê milyarek û 300 milyon Kiristyanên katolîk e.

Zilamên olî yê Necefê hêvî dikin serdana vê kesayetiyê bo lêvegera wan, bibe handerek ji bo aramî û asayîşa Iraq û navçeyê.

Muhened Cemaledîn- Mamoste li Hewzeya Ilmî Necf, dibêje, “Bi rastî, hilbijartinên Iraqê di vê rewşê de, tevî bahora Coronayê wiha kiriye, ku kombûn zehmet be, lê Papa pêdagir bû li ser civînê di vê demê de, lewra divê peyameke girîng li pişt; be. Pêwîste peyama wî bibe sedema belavbûna aştiyê, hezjêkirinê, dilovaniyê û pêkve jiyanê. Herwiha razîbûna rêzdar Sîstanî jî bi vê civînê peyameke girîng lixwe digire. Ku ev jî em pêşwaziyê li aştiyê dikin.”

Biryar e Sîstanî li mala xwe pêşwazî li Papayê Vatîkanê bike. Li gor zanyariyên taybet bi geşta Papa û civîna di navbera wan de wê 40 xulekî dirêj bike.

Piştî bidawîbûna civîna li gel Sîstanî, Papayê Vatîkan ber bi Nasiriye ve bi rê dikeve da ku li bajarê Ûr yê şûnwarî ku wek cihê jidayikbûna Ibrahîm pêxemberê bavê pêxmemberan tê danîn, gotarekê derbarê biratiya di navbera olan de pêşkêş bike.