Berdevkê DAIŞê: Di şerê Tikrîtê de artêşên Iraq û Îranê şikestin

06-03-2015
RÛDAW
A+ A-

Mûsil (Rûdaw) – Berdevkê DAIŞê li Mûsilê, Ebû Seid Ensarî îdia dike ku di şerê bajarê Tikrîtê yê Iraqê de “artêşên Îran û Iraqê” hatine şikandin û li wê derê tijî kuştî bûye!

 

Melayê DAIŞê yê bi navê Ebû Seid Ensarî ku wek berdevkê wê rêxistinê ye jî, îro di xutbeya nimêja îniyê de ku li mizgefta Zu El Nûrîn a bajarê Mûsilê hat kirin û 500 kes beşdar bûn, got, beşdarbûna hêzên îranî di şerê parêzgeha Selahedînê de tê wê wateyê ku şerê sunnî û şîe derketiye.

 

Çavkaniyê Rûdawê ku wê demê li mizgeftê bûye, diyar kir ku Ensarî di xutbeyê de wiha gotiye: “Ebadî û Qasim Suleymanî gotibûn şerê Tikrîtê dê di nav çend saetan de xilas bibe lê derdora Tikrîtê tijî kuştiyên iraqî û îranî bûye.”

 

Li ser rizgarkirina Mûsilê jî wî rayedarê DAIŞê gotiye, hikûmeta Iraqê xewna wê dibîne ku cardin vegere “Wilayeta Mûsilê” lê ev xewn qet nabe rastî.

 

Bi fermana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, operasyona standina parêzgeha Selahedînê destpêka hefteya borî dest pê kir. Heta niha hêzên Iraqî karîne hinek bajarok û gundên parêzgehê ji destê DAIŞê bistînin lê nekarîne derbasî nav bajarê Tikrîtê (navenda parêzgehê) bibin.

 

Amerîkayê jî ragihandiye, ew di şerê Tikrîtê de beşdar nabin lê ev nayê wê wateyê ku ti kes alîkariya hêzên Iraqê nake.

 

Lê rayedarên Iraqê dibêjin, Îran di şerê Tikrîtê de alîkariya artêşa Iraqê û milîsên şîe dike. Amerîka jî ji vê yekê razî ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst