Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê çû Bexdayê

06-02-2024
Nîşan Wezîrê Parastinê Tirkiyeyê Yaşar Guler Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê Artêşa Tirkiyeyê Metîn Gurak, îro çûn Bexdaya paytexta Îraqê.

Li ser naveroka serdana Yaşar Guler û Metîn Gurak ti agahî nehatin dayîn.

Serokê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin jî beriya çend rojan çûbû Bexdayê û piştre hatibû Hewlêrê.

Kalin li Bexdayê bi Serokkomarê Îraqê Ebduletîf Reşîd re hevdîtinek kiribû.

Herwiha Serok Barzanî û Kalin jî 28ê meha borî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê hevdîtinek kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst