Dadgeha Federalî berbijêrkirina Hoşyar Zêbarî ragirt

06-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Federalî rêkarên berbijêrkirina Hoşyar Zêbarî bo posta serokkomariyê bi awayekî demkî ragirt.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku Dadgeha Federalî ya Iraqê biryar da rêkarên berbijêrkirina namzedê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî bo postê serokkomarê Iraqê bi awayekî demkî rabigire.

Ev biryara Dadgeha Federal a Iraqê piştî vê yekê tê ku sê parlamenterên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li parlamentoya Iraqê û parlamentereke serbixwe li dijî Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî gilî tomar kirin.

Dadgeha Federalî îro Yekşembê li ser giliya wan çar parlamenteran civiya û biryara rawestandina rêkarên berbijarkirina Hoşyar Zêbarî bo posta serokkomariya Iraqê da.

Di biryara Dadgeha Federalî de amaje bi giliya 3 parlamenterên YNKê û parlamenterê serbixwe htaiye kirin û tê gotin, “Di giliya xwe behsa wê yekê kirine ku pêştir parlamentoya Iraqê di sala 2016an de lêpirsîn li gel Hoşyar Zêbarî kiriye û bi biryarekê di 21ê Îlona 2016 de bawerî jê hatiye standin.”

Dadgeha Federalî herwiha di biryara xwe de dibêje, “piştî dîtina belgeyan, bi sedema wê giliya li ser hatiye tomarkirin, mijara berbijarkirina Hoşyar Zêbarî bo posta Serokkomariyê bi awayekê demkî tê rawestandin, ji ber ku dadgehê biryara ragirtina hemû rêkarên hilbijartina Hoşyar Zêbarî bo posta serokkomariyê da, heya çareserkirina vê giliyê.”

Hoşyar Zêbarî bi fermî ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve ji bo posta serokkomariya Iraqê hatiye berbijarkirin, ev di demekê de ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî Berhem Salih bo heman postê namzed kiriye.

Roja 31ê Çileya 2022 Serokatiya Parlamentoya Iraqê ragihand, rêkarên 25 kes ji kesên ku xwe ji bo serokkomariyê berbijar kirine, bi dawî bûne.

Biryar e sibe 7ê Sibata 2022an, parlamanetoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomarekî nû bicive û rikeberiya herî bihêz ji bo wergirtina vê postê, di navbera Hoşyar Zêbarî berbijarê PDKê û Berhem Salih berbijarê YNKê de ye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst