Ebadî: Me plan heye hêzên hevpeymanan li Iraqê kêm bikin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li ser hebûna hêzên hevpeymaniya navdewletî li Iraqê diyar kir: “Plana hikûmetê li ser wê yekê heye ku gav bi gav hêzên hevpeymaniya navdewletî ya li Iraqê kêm bike.”

 

Piştî civîna Encumena Wezîran, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna xwe ya çapemeniyê ya heftane de amaje bi rola hêzên hevpeymaniya navdewletî ya di şerê li dijî DAIŞê de kir û ragihand: “Hêj pêwîstiya Iraqê bi hewla esmanî ya hevpeymaniya navdewletî heye.”

 

Heyder Ebadî herwiha li ser kêmkirina hêzên hevpeymaniyê yên li Iraqê plana hikûmetê aşkere kir û got: “Plana hikûmetê li ser wê yekê heye ku gav bi gav hêzên hevpeymaniya navdewletî kêm bike.”

 

Serokwezîrê Iraqê li ser projeyasaya bûdceya sala 2018an diyar kir ku “armanca wan dadperwerî ye û ew bersiva guvaşan jî nadin”.

 

Heyder Ebadî herwiha ji bo alîkariya welatiyên ku li deverên şerê dijî DAIŞê xaniyên wan wêran bûne diyar ku di demeke nêz de dê ji welatiyan re dest bi dayîna deynê bêfaîz bikin.

 

Li ser Kongreya Avakirina Iraqê ku dê li welatê Kuweytê were pêkanîn, Ebadî tekez kir: “Welatên sereke ji bo beşdariya Kongreya Avakirina Iraqê bi coş in.”