Serokê Amerîkayê: Êrişa li Bexdayê bi fermana min hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê diyar kir ku êrişa li ser Heşdî Şebiyê ya li Bexdayê bi fermana wî hatiye kirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden roja înê derbarê êrişa vê dawiyê ya li ser baregeheke Heşdî Şeibiyê de nameyek ji Kongreya Amerîkayê re şand û ragihand ku fermana êrişê ji aliyê wî ve hatiye dayîn ji bo û parastina hêzên wan hatiye kirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di nameya xwe de got:

“Wek Serfermandarê Giştî, min ew fermana da. Ji ber ku ez berpirsiyar im ji parastina welatiyên Amerîkî li hundir û derveyî Amerîkayê.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden di dawiya nameya xwe de anî ziman:

“Amerîka amade ye ku gavên pêwîst di demên pêwîst de bavêje.”

Fermandarê Nuceybayê hat kuştin

Roja pênceşemê baregeha Heşdî Şebiyê ya li Bexdayê hat bombebarankirin.

Di encama êrişê de, Fermandarê Lîwaya 12an a Heşdî Şebiyê Hacî Ebû Teqwa û cîgirê wî Ebû Îmtihan hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihandibû ku wan li Bexdayê êrişî Heşdî Şebiyê kiriye.