Fermandarê Dije Teror: Îro emê mizgîniyê bidin

06-01-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Şerê_Mûsilê DAIŞ Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Dije Teorê Iraqê piraniya taxa Wehde ya Mûsilê kontrol kirin. Peyamnêrê Rûdawê ragihand, şerê Îro ji hemû şerên bema borî girantir û germtir bûye.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Mûsilê Sîdad Leşkerî ragihand; “Şer û pevçûnên di navbera hêzên Iraqê û çekdarên DAIŞê berdewam dike. Pevçûnên herî dijwar îro qewimîn. Hêzên Iraqê hewl didin bi du milan ve taxa Wehde kontrol bikin û xwe bigihînin rûbarê Dîcleyê.”

 

Peyamnêrê me da zanîn, ku otomobîlên zirxpoş û tankên artêşê di nav taxa Wehdeyê de pêşve diçin û şerê kolan bi kolan tê kirin. Herwiha firokeyên şer jî îro 11 caran çekdarên DAIŞê dane ber bombeyan.

 

Li gorî gotina peyamnêrê me, bi kontrolkirina taxa Wehdeyê, Artêşa Iraqê dê gaveke din nêzîkî navenda bajêr bibe.

 

Ji aliyê din ve Fermandarê Hêzên Dije Terora Iraqê Menî Sedî jî ji Rûdawê re ragihand; “Kêm maye ku mizginiya gihiştina rûbarê Dîcleyê bidin.”

 

Sedî herwiha got; “Pir kêm maye, ku hêzên me xwe bigihînin Garaca Bakûr.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst