Panzerên antî mayîn gihîştin Iraqê

 

Bexda (Rûdaw) – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di çarçoveya peymana navbera wan û Iraqê de panzerên li hemberî mayînan qayîm ên ji curaya MRAP bo Iraqê şand.

 

Wezereta Parastina Iraqê di daxuyaniyek nivîskî de ragihand ku di çarçoveya peymana navbera wan û DYAyê de panzerên antî mayîn ên ku DYAyê ji bo şandin, kargoya yekemîn gihîştiye wan.

 

Hat diyar kirin ku Wezîrê Parastina Iraqê Xalid Ubeydî û Balyozê Bexda yê DYAê Stewart Jones hevdîtina pêk anînê û  hevkariya li dijî rêxistina DAIŞê nirxandine.

 

Li gorî peymana di navbera Iarq û DYAyê de Artêşa Iraqê dê bi çekên modern be xemilandin û perwerde kirin.

 

Wezerata Parastina DYAyê 20ê Berfenbara 2014an ligel Iraqê peyamek bihayê 3 milyar dolar tank, panzer û cebilxaê îmze kiribû.