Hewlêr (Rûdaw) - Heşdî Şebî gelek hêzan dişîne sînorê Sûriyeyê û dibêjin ku ew “sînor diparêzin.”
Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.
Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin û wan 30ê Çiriya Paşîn piraniya navenda Helebê bi dest xist.
Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola wan.
Niha jî li derdora Hemayê şerekî giran heye, hêzên Sûriyeyê hewl didin bajêr biparêzin û komên çekdar jî êriş dikin.
Piştî ven rûdanan, Heşdî Şebî jî li Îraqê ketiye nava liv û tevgerê.
Fermandariya Heşdî Şebiyê ya Operasyonan a Nînovayê berê gelek tankan û wesayîtên leşkerî daye sînorê Sûriyeyê.
Alîkarê Fermandarê Heşdî Şebiyê yê Nînowayê Selam Ezîz li ser tevgera Heşdî Şebiyê got:
“Hêzên Heşdî Şebiyê li ser sînorê Îraq û Sûriyeyê ne û ew vî aliyê sînor qewîn dikin.
Em vê ji bo astengkirina tevgerên DAIŞê li wir in û piştgiriyê didin hêzên li ser sînorê Sûriyeyê.”
Li gorî agahiyên ku Selam Ezîz dane, wan 6 yekîneyên komandoyan amade kirine da ku li ser sînor belav bikin.
Ziyad Redê ku rayedarekî Heşdî Şebiyê ye jî diyar kir, ew amadehiyan dikin da ku bi dirêjahiya 60 kîlometreyî xalên kontrolê deynin.
Li gorî hinek gotegotan Heşdî Şebî hêzên xwe dişîne Sûriyeyê.
Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyaz ev angaşt red kirin û got ku hêzên wan derbasî Sûriyeyê nebûne.
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê Mîqdad Mîrî jî diyar kir, di dîroka Îraqê de cara ewil e ku sînor ew qasî tê parastin.
Divê were gorin ku sînorê Îraq û Sûriyeyê zêdetir ji 600 kîlometreyî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse