Adil Ebdulmehdî: Divê aliyên siyasî herî zû serokwezîrê nû diyar bikin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê karbirêker ê Iraqê dibêje, hikûmeta karbirêker nikare pirojeyasaya bûdceya 2020an a Iraqê yan jî her yasayeke din bişîne parlamentoyê û daxwaz ji aliyên siyasî dike, ku di zûtirîn dem de, kesekî li şûna wî destnîşan bikin.

Serokwezîrê destjikarkişandî yê Iraqê Adil Ebdulmehdî ragihand, ku destjikarkişandina wî, yek ji xalên çareseriya kirîza niha ya li wî welatî ye û diyar kir, bi wê yekê xelk û raya giştî hinekî aram dibe.

Adil Ebdulmehdî diyar kir, ku wî li ser daxwaza Lêvegera Olî ya Şîeyan dest ji kar berdaye û got: “Ez hêvî dikin dest ji kar kişandin bê pesendkirin bijardeyên din nerast in ji ber ku, nepejirandina dest ji kar kişandinê wê bibe sedem ku careke din welat bike nava kirêzekê de, Me dest ji kar kişand ji bo kêmkirina aloziyan, ew jî li ser daxwaza merceiyetê bi mebesta aramkirina rewşê, divê hêzên siyasî lezê bikin di danîna serokwezîrê nû de.”

Ebdulmehdî dibêje, pêwîst bû ku di meha 10an de projeyasaya bûdceyê pêşkêşî parlamentoyê bihata kirin û ew niha jî berdewam in ji bo çareserkirina pirsgirêkên li ser bûdceyê, lê mafê hikûmeta karbirêker nîne, ku pirojeyasaya bûdceyê bişîne parlamentoyê.

Di vê bareyê de Ebdulmehdî wiha got: “Hikûmeta cîbicîkirina karûbarên rojane ne weke hikûmeta asayî ye, ji ber ku hikûmeta asayî xwedî desthilateke berfirehtir e, di mijara bûdceyê de em hewil didin rêyekê bibînin ku bûdceyê bişînin parlamentoyê lê em dikarin yan ne, lê em hewil didin.”

Serokwezîrê karbirêker ê Iraqê destnîşan kir, ji roja damezrandina komara Iraqê ve, ew dê bo cara yekem hesabên dawîn ên salê ji sala 2012an û heya niha ve, ji bo parlamentoyê bişînin, ku bê wan hesaban lêpirsîn bi kesî re nayê kirin.

Adil Ebdulmehdî roja Înê ya bihorî 29ê Mijdarê û piştî gotara nûnerê Rêberê Mezin ê Şîeyên Iraqê, Ayetullah Elî Sîstanê di daxuyaniyekê de aşkere kiribû ku ew dê dest ji kar berde û rojek paştir di 30ê Mijdarê de îstifaya xwe pêşkêşî parlamentoya Iraqê kiribû.