Blinken û Sûdanî şerê Xezeyê û rewşa navçeyê gotûbêj kirin

05-11-2023
RÛDAW
Nîşan Antony Blinken Mihemed Şiya Sûdanî Amerîka Îraq
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Nûçegihanê Rûdawê yê li Washingtonê ragihand ku Wezîr Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken îşev bi nihênî çû Îraqê.

Wezîr Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken tevî gefên grûpên Şîe yên Îran piştevaniya wan dike çû bBexdayê û bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Antony Blinken û Mihemed Şiya Sûdanî êrişên ser hêzên Amerîkayê yên li Îraqê, şerê Xezeyê û rewşa navçeyê gotûbêj kirin.

Blinken li Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê daxuyanî da û got: "Min hedîtineke pir baş û xweş bi Serokwezîrê Îraqê re kir."

“Êriş li dijî berjewendiyên Îraqê ne”

Blinken got diyar kir ku ew dê di warê ewlehî û siyasî de hevkariya xwe ya bi Îraqê re didomînin û got:

“Êrişên li hemberî leşkerên Amerîkayê li dijî serwerî û berjewendiyên Îraqê ne.”

Wezîr Karên Derve yê Amerîkayê tekez kir ku gefên komên nêzîkî Îranê bi temamî nayên qebûlkirin û wiha domand:

“Em naxwazin bi Îranê re şer derkeve lê ji bo parastina hêz û welatiyên xwe em dê hemû tedbîran hilgirin.”

Sûdanî dê serdana welatên herêmê bike

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî plana sefereke bi heman rengî bo herêmê dike.

Şêwirmendê Çapemeniyê yê Serokwezîrê Îraqê Hîşam Rukabî serdana Sûdanî ya li herêmê wekî "beşek ji hewldanên Îraqê yên ji bo rawestandina êrişa Îsraîlê ya li Filistînê" pênase kir.

Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyekî li Bexdayê ve wergirtiye, Mihemed Şiya Sûdanî dê roja yekem serdana xwe ya herêmî ji bo Îranê bike.

Tê nûkirin…

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst