Anthony Blinken: Kêfxweş im ku hikûmeta nû piştevaniya başkirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê dike

05-11-2022
RÛDAW
Nîşan Antony Blinken Letîf Reşîd Iraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor daxuyaniya Serokkomariya Iraqê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken kêfxweş e ku hikûmeta nû ya Iraqê piştevaniya başkirina peywendiyên navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.

Serokomariya Iraqê ragihand ku Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd roja Înê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken re peywendiyeke telefonî pêk aniye. Di wê pêwendiya telefonî de Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi boneya bijartina Letîf Reşîd weke serokomar pîrozbahiya wî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin “Wezîrê derveyê Amerîka kêfxweşiya xwe da nîşan da, ku hilbijartina serokkomar û pêkanîna hukûmetê bi awayekî aştîyane û demokrasîyane hat encamdan û hukûmet kar dike, da ku hemû armancên ku piştevanîya pêkanîna ewlehiyê li Iraqê dikin pêk bîne. Hikûmet jî piştevaniya pêşkêşkirina xizmetguzariyan û başkirina peywendiyên navendê û Herêma Kurdistanê dike, ku ev yek di berjewendiya Iraq û hemû pêkhateyên wê de ye.”

Di peywendiya telefonî de, Serokkomarê Iraqê û Anthony Blinken tekez li ser giringiya hevpeymaniya stratejîk a di navbera Iraq û Amerîkayê de li şerê dijî terorîstan li Iraq û navçeyê kirin û Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî piştevaniya welatê xwe ji gelê Iraqê re tekez kir.

Di peywendiya telefonî de, Serokkomarê Iraqê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê beşdariya xwe di civîna bilind a avhewayê de ku biryare roja Yekşemê li Misrê destpê bike gotûbêj kirin û Letîf Reşîd amaje bi çend kêşeyên jîngehê kir ku Iraq tûşî wan kêşeyan dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst