Galeriya wêneyan

06-11-2021
9 Photos
HÎWA HÛSAMEDDÎN

Şeqama Komarî yek ji şeqamên sereke û navdar ên Kerkûkê ye, lê niha ew cade ji zibil û gilêş tijî bûye.

Her çiqas sala 2019an budceya parêzgeha Kerkûkê 334 milyar dînar bû, lê ti budceyek ji bo paqijkirina bajar nehatiye terxankirin û ev jî bûye sedem ku zibil û gilêşeke zêde li ser cadeyên Kerkûkê kom bibe.

Li ser cadeya Komarî bi sedan dikanên telefonan, kelûpelên navmalê û kilînîk hene û ev çend roj in wesayîtên şaredariyê neçûne wê şeqamê û şeqam di nav zibilê de maye.

Rêveberê Şaredariya Kerkûkê jî dibêje, “Hejmara karmendên me kêm e û bi hemû navçeyê re nagihijin.”

Wêne: Hîwa Husameddîn/Rûdaw