Muqteda Sedir û Mihemed Helbûsî civiyan

05-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî li Bexda pêşwazî li Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir kir.

Nivîsingeha Helbûsî di daxuyaniyekê de aşkere kiriye ku Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir û Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî li Bexdayê civiyane û encamên hilbijartinan û taneyên aliyanû astengiyên li pêşya proseya siyasî ya Iraqê û pêkanîna Hikûmetê gotûbêj kirine.

Piştî hilbijartinên 10 meha bihorî, ev cara yekemîn e ku Rêberê Tevgera Sedir serdana aliyekî siyasî bike.

Tevgera Sedir di hilbijartinan de 73 Kursî bidest xistine. Hevpeymaniya Teqedum jî mezintirîn aliyê serkeftî yê Sunne ye ku 37 kursî bidest xistine.

Di hilbijartinên vê carê de, di nav aliyên Kurdistanî de jî Partiya Demokrata Kurdistanê bi 33 kursiyan zêdetirîn kursî bidestxistine û bi giştî aliyên Kurdî 63 kursî bidest xistine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst