Ebadî daxwaza encamdana hilbijartinên pêşwext kir

05-10-2019
RÛDAW
Nîşan Heyder Ebadî Iraq Xwepêşandan Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî, daxwaz kir ku hilbijartinên pêşwext bên encam dan.

Serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî, derbarê xwepêşandanên li Bexda û beşek ji bajarên din ên Iraqê daxuyaniyek belav kir.

Heyder Ebadî di daxuyaniya xwe de bang li hikûmetê kir ku hikûmet bê hilweşandin û hilbijartinên pêşwext bên pêkanîn.

Di daxuyaniya xwe Ebadî got, “Ji bo daxwazên xelkê neyên astengkirin, divê hilbijartinên pêşwext bên pêkanîna û hikûmeteke destûrî ya rewa bê avakirin.”

Ebadî herwiha daxwaz kir ku ji bo darizandina kesên ketine nav gendeliyan, dadgeheke ceza bê avakirin.

Hevpeymaniya Nesir di Parlamentoya Iraqê de ku 325 kursiyan pêk tê, xwediyê 42 kursiyan e û partiya partiya sêyem e di parlamentoyê de.

Herwiha Serokê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir jî duh daxuyaniyeke nivîskî belav kiribû û di daxuyaniya xwe de daxwaza hilweşandina hikûmetê û encamdana hilbijartinên pêşwext kiribû.

Li Bexda û beşeke bajarên Iraqê ev 5 roj e, xwepêşandan berdewam dikin û heta niha zêdetirî 60 kes di wan xwepêşandanan de hatine kuştin.

Li aliyê din qedexeya ku li Bexda û bajarên din ji ber xwepêşandanan hatibû danîn, îro demjimêr 05.00an hat rakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst