FLAŞ - Firokeyan bi xeletî lê dan: 20 çekdar hatine kuştin! (HAT NÛKIRIN)

Hewlêr (Rûdaw) – Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li navçeya Geyare bi xeletî baregahekî Heşda Nîştîmanî bombebaran kirin û 20 çekdarên mîlîs hatine kuştin.

 

Firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, li gundê Xeraîb Cebir a rojhilatê navçeya Geyare ya ser bi Mûsilê, bi xeletî baregaha çekdarên sûnnî yên Heşda Nîştîmanî bombebran kirin.

 

Li gorî zanyariyên destpêkê 20 çekdar hatine kuştin.

 

Fermandarê Hêzên Heşda Eşayîrî Şêx Nezhanûs Sahir El Lehebî jî ev agahî piştras kir.

 

El Lehebî ji ajansa AA re ragihand ku çekdarên DAIŞê îro li herêma Geyare êrîşê gundê Hecî Elî kirine û di encama pevçûnan de 4 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.